Berî her tiştekî pîrozbahiyên gerim li wan dikim û bi rastî ew tiştê min îro li vir dîtî, wan tiştekî gelek ciwan yê avakirî û bê guman ew hotêla îro di merasimeke weke ya îro de hatiye vekirin, dê gelek xizmeta Duhokê bike.
Me gelek caran behis kiriye, eger li bîra we be, di destpêka salên 90î jî de, dema ez li Duhokê bûm, berdewam me hewil da em sektora taybet teşwîq bikin daku pirojeyên baş li deverê bi cî bike. Destpêkirina wê karekî gelek zehmet bû û ew bawerî jî nebû ku ev pirojeye li vî bajarî, li wîlayetê û li Kurdistanê bi awayekî giştî dê berdewam bin, çunkî gefên emnî li ser herêma Kurdistanê hebûn, dûrpêçeke êkonomî li ser herêma Kurdistanê hebû ji aliyê Îraqê ve û li derve jî li ser Îraqê bi awayekî giştî hebû, ew hêvî nebûn pirojeyên mezin li herêma Kurdistanê dikarin serkeftî bin.
Piştî sala 2003ê rewşeke din li herêma Kurdistanê çê bû û me, weke hikûmet, her li destpêkirinê, piştî jinavçûna rijêma Bexdayê, baweriya me ew bû ku niha pêwîste sektora taybet rola xwe di avakirina welêt de bilîze. Bê guman pişkeftina her welatekî, pêşkeftina her êkonomiyekê, pêşkeftina her bazirganekî, sektora taybet daynemoya sereke ya pêşvebirina welêt e, ne momkine welat bê sektora taybet ber bi pêş ve biçe. Mînakeke wê ya dirust, iha îro ev hotêle ye ku em îro dibînin ji encama kar û zehmeteke mezin ya sektora taybet li Duhokê hatiye vekirin. Bê guman eger sektora taybet digel hikûmetê alîkar nebe, hikûmet jî pêwîste li hember wê hêsankariyan bo sektora taybet bike, hîngê welatê me dê gelek zêdetir ji vê, ber bi pêş ve biçe.
Sala 2004ê me qanûna berhemanînê li herêma Kurdistanê qebûl kir, sektora taybet li Kurdistanê rola xwe lîst, rola xwe ya sereke lîst û roleke cidî di avakirina welêt de lîst. Belê, destpêkirineke baş bû, raste sektora taybet zêdetir giranî da ser warê avakirina xaniyan, lê em kêfxweş in ku, niha hêdî-hêdî em dibînin sektora taybet berê xwe dide weberhemanînê di warên din de jî; warê karsazî, çandinê û bazirganî, ango ew tiştê ji bo welatê me pêwîstin. Ne diruste em di welatekî de bijîn û her tiştî em ji derve bînin, tu tiştekî li Kurdistanê çênnekin. Mast, penîr, tiştên din yên çandinê û her tiştekî em li Kurdistanê dibînin hemû ji derve tê, ango em yên bûyne bazarekî xerickirinê yê bêmana.
Ez bawer dikim îro dema vê çendê hatiye ku sektora taybet zêdetir berê xwe bide van waran, warê karsazî, zîraet û ew warên welêt ber bi pêş ve dibin, ew war delîva peydakirina karî bo xelkî zêdetir dikin. Bi baweriya min niha pêwîste sektora taybet li Kurdistanê ber xwe bide avakirina Kurdistanê di van waran de; avakirina fabrîkeyan û weberhemanîn di warê karsazî û zîraetê de.
Min baweriyeke dirust heye ku sektora me ya taybet niha gelek hatiye guhertin. Dihête bîra min salêt 90î de dema ku ez li Duhokê bûm, bawer bikin ji bo tiştekî gelek biçûk pêwîst bû sektora me ya taybet pişta xwe bi Mûsilê ve girê bide. Ez dibêjim hûn şahidiya vê çendê didin, li bajarê Duhokê ji bo çêkirina tiştan, îtîmada sektora me ya taybet, besnesmenên me, bazirganêt me, zêdetir li ser Mûsilê bû. Sipas ji bo Xweda, îro ev rewş çêbûye, niha bazirganên me, weberhemanînên Kurdistanê, behsa Çînê dikin, behsa weberhemanînê li welatên derve, li Ewropa dikin. Ev yek bixwe guhertineke mezine û li Kurdistanê pêşkeftineke gelek giringe û ev yek cîyê serbilindî û kêxweşiyê ye, hêviya min ewe berdewam be.
Ev karê îro kompaniya Yubî Holdîng li Dohukê kirî, bê guman karekî wan yê pîroze û karên din yên baştir jî yên kirîn, destxweşiyê lê dikim, hêviya min ewe mînakên wan li Kurdistanê zêdetir bin, hêviya min ewe û me pêxweşe dema em dibînin weberhemînerên me, bazirganên me qezanc dikin, lê ya me kêfxweştir dike eve ku ew pereyê qezanc dikin, di welêt de xeric dikin, ew pereyê ew qezanc dikin wan pîroz be, lê ew qezanc careke din di welatê xwe de bikar anîye, iha ev ya giringe, ev pere neçûye derve, ev pere careka din li Kurdistanê pirojeyekî ku cîyê serbilindiyê ye encam daye.
Ev pirojeyê ciwan yê rêkûpêk li bajarê Duhokê hatiye avakirin, derfeteke ku sibehê li bajêr konferens çê bibin, konferensên êkonomî çê bibin, dê delîveke gelek baş be ji bo peydakirina karî li vî welatî, hêviya min eve pirojeyên bi vî awayî zêdetir bibin. Destxweşiyê li we dikim, pîrozbahiyê li we dikim, tiştekî gelek rêkûpêk yê dirust kirî û hêviya min eve weberhemanînên me, weke min behis kirî, berê xwe bidin weberhemanînê di warên din de.
Sala 1998 deme me Super Marketa Mazî vekirî, hîngê kesekî bawer nedikir ew piroje dê biserkeve, hîngê ew bawerî hebû. Di wê rojê de ew pirojeyekî giring bû, min di wê rojê de got: divê em biryara xww bidin, em dê di vî welatî de bimînin, ev welat welatê me ye û pêwîste em welêt avedan bikin, em ji welatên derdûrê xwe nekêmtir in.
Divê hikûmet hêsankariyan ji we re bike û hûn jî di avakirina Kurdistanê de zêdetir rola xwe bilîzin, ez tekîd dikim ku ev daynemo daynemoyeke sereke ye, bê sektora taybet tu welatên dinê pêşkeftinê nabînin û sektora taybet daynemoya pêşkeftina her welatekî ye.
Li vir xaleke giring heye ez dixwazim behis bikim, ew jî rola belênderên Kurdistanê ye. Duhî di civîneke me de digel fermandarên leşkerî, gelek sipasiya belênder û bazirganên Duhokê û yên tixûbê wîlayeta Duhokê jî hat kirin ji bona rol û piştevaniya wan di vê heyamêd e kirî, çi ji bo koçber û penabera, çi jî ji bo vî şerê li ser herêma Kurdistanê hatiye feriz kirin ji aliyê tyerorîstên DAÎŞ ve. Ez sipasiya we hemûyan dikim, sipasiya wan kesan dikim ku, bi rastî bi rola xwe rabûn û li gor îmkanên xwe alîkariya koçber û penaberan kirin, herwesa alîkariya pêşmerge li bereyên şerî kirin. Ez dixwazim hûn bizanin pêşmergeyên me ji bo wê alîkariya ji aliyê bazirgan, besnesman û belênderên wîlayeta Duhokê ve hatiye kirin sipasdar in.
Careke din ez sipasî û destxweşiyê li belênderên Kurdistanê bi awayekî giştî dikim, çunkî wan, bi rastî di vê kirîza êkonomîya niha herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, tehemûl kir, xweragir bûn û arîşe çênekirin, ev yek cîyê şanaziyê ye, nîşana hindê ye ku dema welatê me rastî arîşeyan dibe, ne bi tenê aliyek xwe berpirsiyar dizane, her şexsekê welatê me xwe berpirsiyar dizane, çi belênder, çi bazirgan, yan jî pêşmerge, çi polîs û her şexsekê miletê me hestê bi berpirsiyariyê dike û vê berpirsiyarî digire ser xwe.
Em gelek nîzîkî çareserkirina arîşeyên xwe bûne, em dixwazin pirsgirêkên xwe digel Bexdayê çareser bikin, divê arîşeya budceyê bê çareser kirin, ji bo me çareserkirina pirsgirêkan digel Bexdayê ji karên me yê pêşîne ye. Lê eger Bexda îsrarê bike û pirsgirêkan çareser neke, em dê neçar bin hindek rêyên din bigirin, û bi rastî me pê nexweşe em wê bikin, çunkî zêdetir me pêxweşe çareseriya arîşeya êkonomî û budceyê digel Bexdayê bê çareser kirin.
Bexdayê xedireke mezin di warê budceyê de li herêma Kurdistanê dike û eger ev xedire ya berdewam be, bê guman dê ji bo me zehmet be, dê ji bo me ji aliyê êkonomî ve zehmet be, vê yekê tu têkelî bi pirsên siyasî ve nîne, siyaseta me ne eve em Îraqê têk bidin, siyaseta me hevkariya serokwezîrê Îraqê Ebadî ye, siyaseta me beriya niha jî ve bû, nih jî eve, lê eger ji aliyê êkonomî ve têgihiştineke dirust nebe ji bo arîşeyên herêma Kurdistanê, bê guman ev rewşe bi vî awayê berdewam nabe.
Careke din pîrozbahiyê li rêzdar Xelîl Nezîr û Yubî Holdîng dikim, serkeftinê jê re dixwazim û hêvîdar im ev piroje zêdetir û zêdetir bibin.
Hûm hemû bixêr bên.
05.06.2015