Serrûpel Nûçe FLAŞ: 4 kes li Amedê hatine kuştin

FLAŞ: 4 kes li Amedê hatine kuştin

Belav bike

 

Peyamnêra Rûdawê li Amedê ragihand Serokê Komeleya Ihya-Derê Aytaç Baran ku komele endamê Platforma Dildariyên Pêxember e û tê zanîn komeleyek nêzîkî Huda-Parê ye di encama êrîşa bi çek de ya li taxaYenîşehirê jiyana xwe ji dest da.

 

Hat diyarkirin Baran rastî 4 guleyan hat û bi giranî birîndar bû û piştre ew birin Nexweşxaneya Selahadîn Eyubî, lê li wê derê jiyana xwe ji dest daye.

 

Li gorî nûçeya Reutersê di encaman aloziyan de 3 kes din jî jiyana xwe ji dest dan.

 

Piştî bûyerê nas û mirovên Aytaç Baran li ber avahiya nexweşxaneyê kom bûn. Hêzên ewlekariyê li herêma bûyerê tedbîrên ewlehiyê standin lê alozî li bajêr didomin.

 

Peyamnera me da zanîn piştî bûyerê  komeke çekdar çûye cihê ku Aytaç lê hat gulebarankirin û derdor gulebaran kirin û herwiha êrişî rojnamegeran jî kirin.

 

Hat gotin di dema aloziyan de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da.

 

Daxuyaniya parêzgariyê 

 

Parêzgerê Amedê Huseyin Aksoy jî daxuyaniyek da û ragihand, Serokê Komeleya Ihya-Derê Aytaç Baran di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da û herwiha piştî aloziyên kuştina Huseyin Aksoy de derketin welatiyek bi navê B.O (24) jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Aksoy welatiyekî jî bi giranî birîndar bûye.

 

Parêzer Orhan: Gef lê dixwarin

Parêzerê Aytaç Baran ê bi navê Abdulganî Orhan îdia kir ku beriya hilbijartinan gefên kuştinê li dihat kirin derbarê vê yekê de agahdarnamê li cem Rêveberiya Ewlekariyê ya Amedê heye.

 

YDG-H: Ti eleqeya me bi êrişê re nîne

Parezêrê Baran endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG-H) ku girêdayî PKKê ye bi kuştina wî tawanbar dike, lê YDG-H li ser Twitterê ew tawan red kir û ragihand ti eleqeya wan bi wê êrişê re nîne.  Rûdaw