Teyar Elî ji Rûdawê re got: “Rast e ez penaber im û ji Kobanî me, lê ti carî ez xwe li vir wek penaber nabînim, çimkî başûrî pirr rêzê li me digirin, lewma em jî Hewlêrê mîna bajarê xwe dibînin.”
Stranbêj Teyar Elî behsa karên xwe yên hunerî kir û got: “Ev bû 11 sal ez di warê hunerê de kar dikim, niha jî min albûmek amade kiriye bi navê ‘Westiyan’ ku ji 8 stranan pêk tê.”
Teyar diyar kir wî straneke vê albûmê kiriye klîb û dê di demeke nêzîk de belav bike. Rûdaw