Serrûpel Magazîn Vê stranê bi dengê Xêro guhdarî bikin (Vîdyo)

Vê stranê bi dengê Xêro guhdarî bikin (Vîdyo)

Belav bike

Helbest ji aliyê şaîrê Kurd Bêbuhar (Yusuf Berazî) ve hatiye nivîsandin, awaz jî wî bi xwe çêkiriye.

Yusif Berazî:

Helbestvanê kurd Yûsif Berazî (1931-2009) yê bi navê Bêbuhar tê nasîn îro di 78-saliyê de mir. Bêbuhar navekê diyar e di nav helbesta kurdî de û ew perwerdeyê navdarên kurd yên mîna Cegerxwîn û Reşîdê kurd bû. Wî bi arîkariya Cegerxwînî karwanê xwe yê helbestnivîsandinê dest pê kir û ji helbestên wî pênc dîwan hatin çap kirin: Zindan, Bang, Raperîn, Serxwebûn, pêşketin.

Hinek ji stiranên Mehmûd Ezîz Şakirî, Mihemed Şêxoyî û Seîd Gabarî ji helbestên vî şehsiwarê meydana helbesta kurdî ne. Ji bilî helbestê, destê Bêbuharî di muzîk û stirangotinê de jî hebû. Wî awaz ji bo stiranbêjine kurd mîna Mehmûd Ezîz Şakirî jî çêkirine.

Helbestvan Miş’elê Osman, her wek di efrin.netê de hatî, di şevbuhêrkeka taybet ji bo rêzgirtinê li Yûsif Berazî de li Hesekê di 25/5 2006-ê de weha behsê Bêbuharî dike:

– Mirovekî xwedî bîr û bawerî, ji doza xwe qet venegeriya, di rojên dijwar de gelek zehmetî kişand, mirovekî dilê wî bi azara netewî hatiye sohtin û ji têhniya hilatina roja azadî û serxwebûna kurd ev dil peritiye, mirovekî ku di zindanê de bû helbestvan.

Agahiyên din