Serrûpel Nûçe Elî Qazî li Parlamentoyê kete Grevê

Elî Qazî li Parlamentoyê kete Grevê

Belav bike

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê û kurê Qazî Mihemedê Serokomarê Komara Mihabadê  Elî Qazî îro li ber Parlamentoya Herêma Kurdistanê li pêşiya wêneyê Mele Mistefa Barzanî Rêberê Şoreşa Îlonê dest bi çalakiyê kir.

Qazî diyar kir heta aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku bi lihevkirin pirsgirêkên navxweyî çareser nekin ew dest ji çalakiya xwe bernade û jiber parlamenê jî naçe ti derê.

Elî Qazî bang li aliyan jî kir û got: ”Li ber xatirê gora Qaî Mihemed bigehne rêkeftinekê û Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Elî Qazî got ew naxwaze ligel ti kes an jî aliyekê hevdîtinê bike û got: ”Başûrê Kurdistanê mala me hamûyane. Tenê ev der di destê me de maye. Heger ev der jî têk biçe, ma kê derê bo Kurdan dimîne?”

Ji ber pirsa şêwazê hilbijartina serokatiya herêmê, di navbera PDK û her çar partiyên din ên hikûmetê nakokî hene. Goran, YNK û herdu partiyên Îslamî Yekgirtû û Komel dixwazin serokê herêmê ji aliyê parlamenê ve bê hilbijartin û PDK jî naxwaza yasa bê guhertin serok ji aliyê gel ve bê hilbijartin.