Serrûpel Magazîn Nizamettin Ariç: Zarokên Amudê (vîdyo)

Nizamettin Ariç: Zarokên Amudê (vîdyo)

Belav bike


Tekoşîna min yekser ji bo welateke azad e ku tê de di destên zarokên me de dewsa çek û sîlahan enstruman hebin û ji dil û devê wan stranên li ser aşitî, azadî, xwezayê û evîniyê bên lorandin.
Ji bo ku we strana min gelek xweş û ji dil sêwirandiye û jê re Vîdeoklîpek jî amadekiriye, ez pir û pir hestiyar û serbilind bûm.
Ez ji malbat û mamosteyên we re yên ku hûn teşwîqê hunermendiya muzîkê kirine spasiyên xwe yên kêfxweşiyê û silavên xwe dişînim.
Bi hêvîdariya paşerojeke azad ya bi muzîk û hunerê ve têr û tijî, ez we hemûyan ji dil û can pîroz dikim û çavên we radimûsim.
Nizamettin Ariç
30.08.2015 / Almanya

Ez Şahim delala min
Müzîk: Nizamettin Ariç
Helbest: Fêrîkê Ûsiv