Serrûpel Nûçe Nûjînê lîstikvanê emerîkî yê mirî zindî kir (vîdyo)

Nûjînê lîstikvanê emerîkî yê mirî zindî kir (vîdyo)

Belav bike

Tevî ku neçûye dibistanê jî, lê weke înglîzan bi înglîzî û weke ereban jî bi erebî diaxife, jixwe kurdî zimanê yê yê dayîkê ye.

Piştî ku şer li Helebê derdikeve, tevî malbata xwe ji ber şer direve bajarê Mincibê, zêde li wir namînin, ew bajar dikeve bin destê DAIŞ, ji wir direvin Kobanî, piştî ku DAIŞ êrîşî Kobanî dike jî, ji wir koçberî bakurê Kurdistanê bajarê Entabê dibin. Demekê li wir dimîne, piştre ew û xuşka xwe Nesrîn û birayê xwe Bilind biryarê didin werin Ewropa berê xwe dide deryaya Îce. Dikevine Belemê, ku bi sedan kes têde binav bûn û xeniqîn.

Xuşka wê Nesrîn û birayê Bilind ereboka wê ya nexweşiyê didin berxwe û berê xwe didin sînoran.

Welatan sînor bi sînor derbas dikin, gelekî diwestin.

Riya Nûjîn ya koçberiyê 6400 km. Dirêj dike.

Li Kirwatyan, di nava bi hezaran koçber de, Nûjîn gelekî diêşe. Lê xuşka wê Nesrîn û birayê wê bilind û derhêner Şiyar Ebdî ku jiyana wê dike fîlmeke dokumentar, wê bi tenê bernadin û gelekî alîkariya wê dikin.

Li ser sînor, dema ku polîsên Kirwatî êrîşî penaberan dikin, peyamnêrê BBC Nûjînê dibîne, bala wî dikişîen nêzîkî wê dibe û pêre diaxife, dibîne ku Nûjîn gelekî baş bi înglîzî diaxife. Ji wê demê de, êdî tevî produser û kemaramanê BBC hevaltiya Nûjînê dike, gav bi gav wê dişopîne. Rojane di derbarê wê de raportan amade dike û di BBC de diweşîne.

Çîroka Nûjînê, ji derketina ji Helebê û heta bi gihiştina sînorê Kirwatya, dike raport. Bala medyaya ewropî dikişîne ser Nûjînê. Nûjîn êdî dibe stêrkeke medyayê, êdî program li ser wê têne çêkirin.

Nûjîn dixwazin bibe astronot, dixwaze bijîn û hêviyên xwe pêk bîne.

Di raportekê de Nûjîn dibêje, ew ji rêzefîlmeke emerîkî fêrî înglîzî bû.

Rêzefîlma bi navê DOOL, lê Nûjîn dibêje ew gelekî xemgîn bû dema ku dît lîstikvanê ku gelekî jê hez dikir, di fîlmê de dimire, ew gelekî xemgîn dibe.

Moderatorê televîzyona înglîzî John Oliver, serpêhatiya Nûjîn dike mijarek û dibêje ew gelekî xemgîn bûye dema ku dîtiye lîstivanê DOOL, James Scott dimire.

 

Dema ku lîstikvanê emerîkî çîroka Nûjînê dibihîse, xeleke taybet ya rêzefîlmê ji bo wê çêdike û têde zindî dibe û xwe digihîne evîndara xwe  Sami.

Keça Kurd ya ji Kobanî Nûjîn dema ku wê yekê dibihîne gelekî kêfxweş dibe.

Yekemîn care di dîrokê ku keçeke Kurd lîstikvanbekî emerîkî di fîlmê de ji mirinê xelas dike û careke din zindî dike.

Nûjîn niha li Almanya li bajarê Dortmundê weke penaber dimîne.