Di konferanseke rojnamevanî de li gel wezîrê derve yê Seûdiyê ku seredana Enqerê kiribû, wezîrê karûbarên derve yê tirkiyê Ferîdûn Sînîrlîoglu got, ez bangî Salih Mislim dikim ku were ser hişê xwe û bi başî tevbigere û eger ew li ser îrade û dayîna biryarên Tirkiyê bikeve şikê wê ji bo wî ne baş be.
Daxuyaniyên Salih Mislim, serokê PYDê yên ku gotibû emê li dijî Tirkiyê xwe biparêzin, hatin bibîrxistin û Sînîrlîoglu li ser vê yekê got, Ez bangî Salih Muslimê serokê PYDyê dikim ku aqilane tev hereket.
Sînîrlîoglu bi berdewamî got, Tirkiyê li hemberî terorê şer dike. Divê tu kes hewil nede ku vê biryara têkoşîna bi terorê re biceribîne. Peyama ku em didin PYDyê gelekî eşkere ye. Heger ew li dijî Tirkiyê dest bi tu hewldanê bikin, bê dudilî cezeyê ku pêwîst e wê bê dayîn.” Rûdaw