Serrûpel Nûçe PKK: Piştî rizgarkirina Şingalê emê vekişin

PKK: Piştî rizgarkirina Şingalê emê vekişin

Belav bike

Şerê Şingalê jibilî ku dê şerekî zehmet be, di heman demê de şerekî siyasî aniye navxweya Kurdistanê. PDKê gelek caran tê tometbarkirin ku di dema êrişa DAIŞê li ser Şingalê, ti bergirî di ber wî bajêrî de nekir, lewma niha dixwaze bi xwe Şingalê kontrol bike.

Danûstandinên PDK û PKKê

Kontrolkirina Şingalê ji aliyê kurdan ve, aloziyek ligel xwe aniye û niha lêjneyeke danûstandinan di navbera PDK û PKKê de hatiye pêkanîn. PDKê dibêje: “Bo rizgarkirina Şingalê pêdviya me bi alîkariya PKKê tine ye.” Endamekî şanda PDKê bo danûstandinan ligel PKKê jî dibêje: ”Danûstandinên me ligel PKKê bêencam bûn.”

PDK di wan danûstandinan de ev daxwaza wê bûn: “PKKê xalên xwe yên kontrolê li ser Çiyayê Şingalê û Xanesûr nehêle. Ala PKKê û wêneyên Rêberê xwe Abdullan Ocalan bide alî.” Ji ber ku ew ne amade ne di bin ala PKKê û wêneyên berpirsên wê de biçin û bên.

Tevî ku xalên kontrolê yên PKKê li wir hene, lê ne berpirsên PDKê û ne jî Hêzên Pêşmerge di dema çûn û hatina xwe de li wan xalan ranawestin.

PKK dê ji Şingalê here

Beşek ji naveroka danûstandinên herdu aliyan ket destê Rûdawê de. Li gorî zanyariyan, PKK gotina dawî ya Qendîlê ji şanda PDKê re gotiye ku piştî rizgarkirina Şingalê, hêzên PKK û YPGê li Şingalê namînin û amade ne li ser vê gotinê niha ligel PDKê rêkeftinekê îmze bikin.

Lê PKKê bo wê yekê merceke wê heye, ew jî ew e: “PDKê bi fermî Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) nas bike. Ku ew hêzekî çekdarî ya kurdên êzîdî ye û PKK piştivaniyê lê dike.”

Berpirsê Giştî yê PKKê li Şingalê Heval Egîd venaşêre ku wan danûstandin ligel PDKê kiriye û ji Rûdawê re ragihand: “Rast e em û PDKê di danûstandinan de bûn û diyalog bi dawî nehatine û berdewam dibin.”

Heval Egîd, hemû hewlên dûrxistina PKKê ji operasyona Şingalê red dike û dibêje: “Em gotina PDKê ya ku dibêje, (me hêzeke mezin heye û Amerîka li pişta me ye, pêwîstiya me bi we tine ye), qebûl nakin, ji ber ku nabe rola PKKê li Şingalê were înkarkirin, em ji 5ê Tebaxa par ve li vir in.”

Wî fermandarê PKKê berê xwe da PDKê û wiha domand: “Em dixwazin di şerê Şingalê de beşdar bin. Em ne hêzekî biyanî ne, em jî kurd in û bi kurdî diaxivin. Hebûna me li vir di berjwendiya Başûrê Kurdistanê û Şingalê de ye. Me bi fermî jî ji PDKê re gotiye piştî rizgarkirina Şingalê gerîla li vir namînin.”

PDKê merca PKKê qebûl nake

Fermandarê Hêzên Pêşmerge û endamê şanda PDKê bo danûstandinan, Serbest Lezgîn ji Rûdawê re ragihand: “Em ne amade ne ku hêza YPŞ wek hêzeke leşkerî li Başûr nas bikin û em wê merca PKKê qebûl nakin.”

Serbest Lezgîn ku endamê serkirdatiya PDKê ye, derbarê vê mijarê de wiha got: “Dema PKKê zanî ku amadekarî tên kirin bo operasyona Şingalê, wê jî xwe amade kir da ku serkeftina şerê Şingalê bidize. Pêdviya me bi alîkariya PKKê tine ye û me daxwaz ji wan nekiriye di êrişê de beşdar bibin.”

Ew berpirsê PDKê venaşêre ku PKKê li ser Çiyayê Şingalê bi rolekî rabû, û dibêje, Lê niha PKKê dixwaze xwe bike xwediyê vê navçeyê, em jî wê yekê bi rewa nabînin.

Hewlên YNKê gihîştin kûderê?

Niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di navbera wan herdu aliyan de bi rolekê radibe, lê hewlên wê heta niha bê encam in.

Endamê Serkirdatiya YNKê Helo Pênciwînî ji Rûdawê re ragihand: “Bo ew PDK û PKKê nêzîkî hev bibin û nakokiyên wan çareser bibin, me serdana herdu aliyan kir, lê herdu aliyan bersva me nedan.”

Gelo YNKê razî ye ku PKK di şerê Şingalê de beşdar be? Helo Pênciwînî wiha bersivand: “Nabe em rola PKKê li Şingalê were piştguhxistin û divê ew jî beşdar bin.”

Lê endamekî serkirdatiya PDKê spasiya YNKê dike û dibêje: “Pêwîstiya me bi navbeynkariya biryên me yên YNKê tine ye, em bixwazin danûstandinan ligel kîja alî bikin, emê bi xwe bikin. Me li ser Çiyayê Şingalê ligel PKKê çendîn civîn pêk anîne, eger pêwîst be, emê bê rola YNKê dîsa ligel wan bicivin.”

Wî endamê serkirdatiya PDKê wiha domand: “Ma çawa hêzeke hêzeke 500 kesî (mebesta wî PKKê ye) dixwaze bê û xwe bike şirîkê PDKê di rizgarkirina Şingalê de, ku PDKê ji wî şerî de 20 hezar Pêşmerge amade kiriye. Lewma divê YNKê jî wê yekê li ber çav bigire ku, nabe hêzekî mîna PKKê bêmolet li Başûr bibe xwediyê Şingalê.”

Gefan dixwin

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, hinek ji fermandarên Pêşmerge k user bi PDKê ne, daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirine ku, eger PKKê bi diyalogê ji navçeyê dernekeve, ew bi bêzê wan derxînin, lê Barzanî bi tundî bersiva wan daye û gotiye: “Bi ti awayî ti kes ji we hizra birkujiyê bike.”

Serbest Lezgîn derbarê wê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Serok Barzanî ji me re got, bo xwîna kurdan bi destê kurdan nerije, xwe ji şerê birakujî biparêzin. Ji me re jî got, ti pirsgirêk tine ye ku operasyon dereng bikeve, yan pilan were guhertin, her çi dibe bila bibe, lê şerê birakujî dernekeve.” Rûdaw – Şengal (HÊVÎDAR EHMED)