Serrûpel Nûçe Operasyona Şengalê dest pê kir

Operasyona Şengalê dest pê kir

Belav bike

 

Li gor agahiyan Rûdawê berî kêlîkekê balafirên şer ên hevpeymanna dest bi bombebarankirina navend û çeperên rêxistina DAIŞê li navçeya Şingalê kirin.

 

Peyamnêrê me li Şingalê ragihand: “Balfirên şer ên hevpeymanan li Şingalê dest bi êrişên xwe bo ser DAIŞê kirine û cihên çekdarên DAIŞê li nav bajarê Şingalê bi dijwarî bombebaran dikin û ji ber wê jjî zirarek mezin gihandine wan.”

 

Peyamnêrê me da xuyakirin: “Îro çarşem bi dirêjiya rojê hejmarek balafirên şer ên hevpeymanan bi ser esmanê Şingalê de digeriyan û gav bi gav binke û cihên ku çekdarên DAIŞê lê dimînin, didan ber bombeyan.”

 

Peyamnêrê me got: “Derbarê kuştî, birîndar û zirarên DAIŞê de hêj ti agahiyan sererast di ber dest de nînin, lê belê ji ber giraniya bombebaranan tê pêşbînîkirin ku gelek zirarên mezin dîtibin.”

 

Ev yek di demekê de ye, ku çavkaniyên girêdayî Hêza Pêşmerge ragihandine, ku amadekariyên operasyona Rizgarkirina Şingalê didomin û tê texmînkirin ku di çend rojên bê de operasyona Şingalê ji aliyê hêzên pêşmerge ve dest pê bike.

 

Roja 3ê Tebax a sala 2014ê çekdarên DAIŞê di êrişeke berfireh de û bi bikaranîna wan çekên giran ên amerîkî ku ji destê artêşa Iraqê derxstibûn, Şingal û derdora wê kontrol kirin.

 

Di êrişa çekdarên DAIŞê de çend eşîrên ereb ên deverên jî alîkarî dabûn wan.

 

Piştre hêzên pêşmerge di operasyoneke mezin de bi serpireştiya Serokê Başûrê Kurdistanê bi xwe Mesûd Barzanî deverên Zummar, Wankê, Rebîa, Sinonê, çiyayê Şingalê û çend taxên bajarê Şingalê ji dest DAIŞê derxistin.