Hunermendê kurd Ciwan Haco dibêje divê Rojavayê Kurdistanê nebe malê ti partiyan û divê hemû kes xwe tê de bibîne.
Haco anî ziman, bêguman divê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hebe û ew ji wê hez jî dikin û got, lê bila cih ji bo partiyên din jî hebe.
Hunermendê kurd diyar kir, ti projeyên Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa kurdan nîne û amaje kir ku divê rewşa niha ya bipevçûnî bê dawîkirin û bila bo çareseriyê gotûbêj dest pê bikin.
Ciwan Haco pirsên Rûdawê yên derbarê huner û rewşa kurdan de bersivand.
Guhdarên kurd zêdetir ji stranên netewî hez dikin ku peyamekê bide. Tu wek hunermendekî dimînî di navbera “peyam û hunerê” de?
Min êşa gelê me kişandî weke hewcetî dîtiye di hunera xwe bidim nîşandan û ez wîsa dibînim jî. Di salên 1970, 80 û 90î de zilm hebû û niha jî heye. Êşa gelê kurd ne digiha cîhanê. Ji ber vê yekê di demeke wiha dijwar de me dest bi hunere kir. Me nedikarî em xwe ji wê yekê xilas bikin.
Di hunera kurdî de kêmasiya rexnegiran heye?
Bêguman hebûna rexnegiran ji sedî sed bandorek erênî li hunerê dike. Lê mixabin rexnegirên kurd nînin. Çima nîne, ji ber ku bazara muzika kurdî nîne. Muzik endûstrî ye. Lê baza mirî ye. Çawa rexnegirên hebin? Heger bazara muzika kurdî hebûya dê rexnegiran jî di bazarê de cihe xwe bigirta. Ji aliyê rexnegiriye ve muzika kurdî sifir e. Ji ber vê yekê jî kiryarên muzika kurdî nîne. Dengê kurdî jî weke dengê duholê ji dûr ve xweş tê. Kesên ku nizanin bawer dikin ku em bi milyonan albûman difiroşin, lê tişek wiha nîne. Rast e bi milyonan tê firotên lê ti feydeyê me tê de nîne. Ji ber ku reş tê firotin. Taybetî jî piştî ku platformên weke Youtube derketin rewşa bazarê xirabtir bû. Mir.
Bi rastî ev yek min diêşîne. Ez gihame armanca xwe û ez ne ji bo xwe ez diêşim. Rewşa xortên nû dest pê dikin min xemgîn dike. Rebena nizanin dê çi bikin. Ti kes alîkariya wan nake dê çawa debara xwe bikin. Ev yek problemeke mezin e. Mixabin partiyên siyasî piştgiryeke gelekî kêm didin van kesan. Li welatên ewropî pişgireyek mezin heye ji bo hunermendan.
Divê pêwendiyên hunermedan ligel partiyên siyasî çawa be? Pêwîst e hunermend xwe ji wan dûr bixin?
Ev pirsek gelekî girîng e û herwiha di heman demê de pirsgirêkek e. Li gor min divê huner azad be. Min xwe her tim azad dîtiye û ez ti caran girêdayî ti partiyan nebûm. Ez ne siyasetmedar im. Di dile hemû kesan de aliyeke siyasî heye, lê divê hunermend bêalî be. Divê hunermend nêrînên xwe di çarçoveyeke neteweyî de bide nîşandan. Divê hunermend xizmeta gelê kurd û çar parçeyên Kurdistanê bikin. Lê mixabin heya niha gelek hunermend weke alîgireke partiyên siyasî hewl didin. Divê hunera kurdî bi awayakî profesyonel tevbigere û ez hêvî dikim ku hunermed ji bo gelê xwe û doza xwe ya mezin azad bibe.
Tu asta hunerê ya li Bakurê Kurdistanê çawa dibînî?
Li gorî min, tevî ku wan kêmasiyan hunera kurdî di qonaxek baş de ye. Bazarek a muzika kurdî nîne û ji be vê yekê jî firotin çênabe. Lê dîsa jî dengên xweş ên nû û hunermendên nû derdikevin holê. Ez sipasiya wan dikim. Li gorî min asta wan jî baş e.
Di vê pêvajoyê de bila kurdên Bakurê Kurdistanê çi bikin?
Li Bakurê Kurdistanê bûyerên xerîb û nexweş rû didin. Em dikarin wan weke qetlîam bi nav bikin. Bûyerên li Suruç û Enqereyê qetlîam bûn. Tiştek ecêb e hejmarek ew qasî zêde mirov mirin. Dilê mirov pê diêşê. Ne weke kurd, weke mirov pê diêşim. Porejeyek a hikûmeta Tikiyeyê ji bo çareserkirina pirsa kurdî nîne. Mixabin ti projeyên wan ên cidî nîne. Hêviyên me ji pêvajoya çareseriyê hebûn û çavên çar parçeyên Kurdistanê li wê derê bûn. Li Bakurê Kurdistanê 20-25 milyon kurd hene û ji hersê parçeyên din ên Kurdistanê mezintir e. Cihê Tirkiyeyê jî li Rojhilata Navîn girîng e. Heger pirsa kurdî li wê derê were çareserkirin dê bandore li wan parçeyên din jî bike. Ji ber vê yekê çavên min û yên tevahiya kurdan li ser wê derê ne. Ez dixwazim pirsa kurdî bi rêya gotûbejan di parlamentoya de bê çareserkirin. Pirs bi şer nayê çareserkirin û em li dijî wê ne. Divê ev pirs li Enqereyê were çareserkirin. Bila hikûmet 59 parlamenteran (HDP) weke muxatab bigire.
Pirs bi gotinên weke “biratî” nayê çareserkirin. Sed sal in dibêjin em bira ne, ma hatiye çareserkirin? Nayê çareserkirin. Divê weke her milet û netewê mafên me hebin. Em ne fars, ereb û tirk in. Çi mafên wan hebe em dixwazin ew mafên me jî hebin.
Tu axaftina Leyla Zana ya bi kurdî di parlamentoya Tirkieyeyê de çawa dinirxînî?
Ez rast dibînim. Leylayê karek baş kiriye û hurmeta min jê re heye û ew xûşka me ye. Gelek salan zindanê de ma ye û kesekê navdar e. Di civakek parêzkar de jinên kurd dikarin zêdetir bandorê bikin.
Projeyek a te heye tu li Tirkiyeyê pêk bîne?
Bi rastî niha nîne. Bûyerên niha diqewîmin bandorê li hunerê jî dikin. Pêwîst e aliyên şer dikin derbasî qonaxa gotûbêjan bibin. Bila rêyên aştiyane bên ceribandin. Bêgûman em wekî her mileteke mafên xwe dixwazin.
Tu rewşa Rojavayê Kurdistanê çawa dibînî? Gelek kesan ji Rojava koçkirin. Paşeroja Rojavayê Kurdistanê dê çawa be?
Ez ne siyasetmedar im, ez nizanim dê dawiya wê çawa be. Îro li Rojhilata Navîn tevlîheviyek mezin heye. Divê em kurd yekîtiya xwe pêk bînin û bibin yek deng. Em dikarin bi awayekî serkeftî vê pêvajoyê derbas bikin. Divê em li Rojava tifaq bin. Cîhanê berxwedan û qehremaniya li wê derê dît. Derbasbûna pêşmerge ya Kobanî sembola yekîtiyê bû. Pêşmerge li hemberî dijminên mirovahiyê piştgiriya şervan kir. Divê ev tifaq berdewam bike.
Divê Rojavayê Kurdistanê nebe malê ti partiyan û divê hemû kes xwe tê de bibîne. Desthilatiya tenê ya PYDê nayê qebûlkirin. Bêguman divê PYD hebe û em ji wê hez dikin, lê bila cih ji bo partiyên din jî hebe. Bila bihevre xizmetê bikin. Rojava têra me hemûyan dike.
Albûmek nû ya tê di rê de heye? Em dê bandora wan bûyerên wê dawiyê li ser albûmê bibînîn?
Erê, xebatên me li ser albûmek nû hene. Aliyê wê yê hunerî zêdetir e. Bêguman bandora şerê diqewime jî heye. Me ji bo Kobanî, Serekaniyê û Şingalê got. Min sitrana di sala 1980an de çêkirî ya bi navê “Pêşmerge” dîsa got.. Ji ber ku pêşmerge di şerê li hemberî DAIŞê de qehremaniyek mezin nîşan da, min got, divê ev itran dîsa were gotin. Jixwe sedema hatina min a Kurdistanê amadekirina klîba sitrana Pêşmerge bû. Pêwîst bû em dîsa strana Pêşmerge bibêjin. Ez dest ji stranên neteweyî bernadim. Ez dê her zilmê ji nû ve bi stranan bînim ziman. Di albûma nû de 2 stranên mijara wan neteweyî hene.
Tu herî zêde ji kîjan stranbêje kurd hez dikî?
Ez hez hemûyan dikim. Ji ber ku nav zêde ne ez nikarim wan bijmêrim. Bi rastî em zêdetir ji hunermedên mirî hez dikin. Keda wan mezin e. Herwiha ez ji hunermedên nû jî hez dikim.
Tu dixwazî li kuderê bijî?
Helbet ez dixwazim li Kurdistanê bijîm, lê mercên min ji bo vê yekê hêj guncan nebûne. Zarokên min hene, hêj biçûk in.
Heger dewleta Kurdistanê bê avakirin, tu dê bi timî vegerê?
Ji sedî sed ez dê li vir bim. Baweriya min pê heye ku ew xewna me ya mezin çi piştî salekê be çi piştî 20 salan dê pêk were. Kurdistan dê bibe dewlet.
Ciwan Haco kî ye?
Ciwan Haco di sala 1957an de li bajerê Qamişloyê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya dibistana amadehiyê çû Almanyayê û li wir ketê Zanîngeha Bochumê. Ciwan li Bochumê sê salan muzîk xwînd. Piştre, bi formekê pîşekarane (profesyonel) dest bi derxistina kasêt û CDyan kir. Li Tirkiyeyê, Sî û Sê Gule, Dûrî, Bilûra Min, Gula Sor, Destana Egîdekî û Leyla derxist. Albûma Pêşmerge, Serhildan, Diyarbekir, Girtiyên Azadiyê jî li Ewropayê derketin.
Ciwan Haco,muzîka otantîk a kurdî bi formên folk-rock ji nu va serastkir.Hunermend bi avayî stranên kurd bi dinê nasand û stranên kevneşapî di nav gelek baskên mûzîkê de cih danî. (amadekirin: Ihsan YALIN)