2- PKK partiyeke Marksîst-Lenînîst
Îdyolojiya PKKê li ser bingehên şoreşgerî yên Marksîzm-Lênînîzm û neteweperestiya kurdî hat damzerandin. Armanca wê jî avakirina dewleteke sosyalîst li Kurdistanê bû.
2-A- Di destpêkê de daxwaza Kurdistaneke serbixwe dikir
2-B- Niha Xweseriya Demokratîk dixwaze
3- Ocalan salan 1979an çû Kobanî
Ocalan di destpêka Tîrmeha sala 1979an de bi alîkariya kesekî bi navê “Edhem Akçan” ku piştre di şer de şehîd ket, ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derket û bi nihênî ber bi başûrê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çû û li wir, li mala xizmekî “Edhem Akçan”, li bajarê Kobanê demekê veşartî ma. Siyasetvanê Kurd Ebdî Nesan ku piştre di bûyereke tarî de li Kobanî hate kuştin, gelekî alîkariya Ocalan kir.
4- Ji karê siyasî ber bi karê çekdarî ve
Di 15ê Tîrmeha 1981 de, yekemîn kongreya PKKê li Libnanê hat lidarxistin û di wê kongreyê de, biryara vegera welat û destpêkirina şerê çekdarî hate standin.
5- 15ê Tebaxa 1984 û destpêka şer
Di 15yê Tebaxa 1984an de, piştî amadekariyeke zêde bi fermandarî û serdariya Masûm Korkmaz ku wek “Egîd” tê naskirin, li bajarokên “Erwe – Şemzînan” çalakiyên gerîla destpê kir û yekemîn fîşek hat teqandin. Bi vî rengî jî xebata gerîlayî ya PKKê destpê kir û guherîneke dîrokî di dîroka têkoşîna PKKê de pêk hat.
6- 19 salên Ocalan li Şamê
Di şerê PKK û Tirkiyê de, Sûriyê leystikvanekî sereke bû, kadiro û endamên wê partiyê li Sûriyê û Libnan dihatin perwerde kirin û li Rojavayê Kurdistanê bi serbestî çalakî li dar dixistin û xort û keçên Kurd ji bo şer dihatin şandin, êdî Rojavayê Kurdistanê bibû çavkaniya sereke ya madî ji bo PKKê.
Pêwendiyeke xurt di navbera hikumeta Sûriyê û ocalan de hebû, ji xwe Sûiryê di nakokiyên ligel Tirkiyê de ku wê demê daxwaza Lîwa Îskenderon dikir, di rêya PKKê re dikarî zexteke zêde li ser Tirkiyê çêbike.
7- Ocalan sala 1999 ji Sûriyê derket
Piştî 19 salan Tirkiyê Sûriyê tehdîd kir, ku ew qebûl nakin Esed alîkariya PKKê bike û hêza xwe ya leşkerî şande ser sînor, Hafiz Esed hest bi wê yekê kir ku ev gef cidî ye, lewma ji Ocalan xwest ji Sûriyê derkeve, ti welatekî pêşwaziya Ocalan nekir û di 15ê sebata 1999 li Kînya hat girtin û niha li girava Îmîralî di zindanê de ye.
8- Înfazên di nava PKK de û kuştina serkirdeyan
8- A – Çetin Gungot (Semîr) 01.11.1985
Yek ji serkirdeyên PKK bû, li dijî şerê çekdarî derket û xwest PKK dest ji çekan ber de. Emrê kuştin wî hate derxistin, ew roja 2 mijdara 1985 li Stockholmê hate kuştin.
8-b – Mehmet Şener 01.11.1991
Xwest reform di nava PKK de çêbibe, PKK dest ji çekan berde, û mesref û butçeya Ocalan jî diyar bibe, ew jî roja 1 mijdara 1991 li Qamişlo hate kuştin.
8-C- Kemal Şahîn 17.02.2005
Ji Kurdên Efrînê bû, yek ji serkirdeyên PKK bû û avakarê PYD bû, ji PKK cuda bûbû û dixwest Kurdên Sûriyê bi serê xwe bibin xwedî qerar, roja 17 Şibat 2005 li Silêmanî hate kuştin
8-D – Kanî Yilmaz 11.02.2006
Berpirsên PKK yê Ewropa bû, bi gûpek serkirdeyên PKK re ji PKK cuda bû, PWD ava kir, ew jî roja 11 Şibatê sala 2006 li Silêmanî, di encama teqandina otomobîla wî de hate kuştin.
Gelek serkirde jî, ku ji PKK cuda bûn û nehatine kuştin, heta niha dijîn, weke Osman Ocalan, Selahedîn Çelik, Selim Çurrukaya, Şemdin Sakik (Parmaksiz Zeki), Nizamettin Taş (Botan), û gelek kesên din. Her çiqas hewl dan bibin hêzeke mezin jî, lê li gor ku ew dibêjin, ji ber tehdîdên PKK wan nikaribûn hêzeke siyasî û eskerî ya mezin ava biki.
9- Rojavayê Kurdistanê çavkaniya sereke ya PKKê ye
Weke me got di destpêkê de Rojavayê Kurdistanê çavkaniya mirovî û dararyî ya PKKê bû, lê piştî girtina Ocalan êdî PKK li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi rêkevtineke ligel Tirkiyê bi temamî hat qedexekirin, heta destpêka xwepêşandanên Sûriyê di sala 2011an de û piştî têkçûna pêwendiyên navbera Tirkiyê û Sûriyê de, careke din PKKê bi navê PYDê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî din dest bi çalakiyên xwe kir û ji nişêka ve, navçeyên Rojavayê Kurdistanê ketin destê wê partiyê.
10- PYDê weke şaxekî PKKê tê naskirin
Tevî ku PYD dibêje, ew serbixwe ye û ne ser bi PKKê ve ye, lê hertim Salih Mislim eşkere dike, ku ew ser bi îdyolojî û ramanên Ocalan kar dikin û di nav PYDê de hejmarek ji kadroyên PKKê têne dîtin ku serkêşiya hemû movkên jiyanê li Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji xwe PYD sala 2003an li Qendîlê ji aliyê serkirdeyê PKK yê wê demê Osman Ocalan ve hatiye avakirin.
11- Yekem car petrol dikeve destê PKKê
Rojavayê Kurdistanê bi pterol û çandiniyê dewmelend e, niha hem petrol û hem jî çandinî bûye çavkaniyeke xurt ji PYDê re, bêhtirî 100 milyon dolar salane qazanc dike û petrolê difroşe, ji ferzkirina bac û derîbê jî dahateke mezin bi dest dixe.