Serrûpel Nûçe Erdogan: Pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê tune ye

Erdogan: Pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê tune ye

Belav bike

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan jibo bûyerên li Bakurê Kurdistanê rûdae got “ Derket holê ku tu peywendiya van bûyeran bi daxwazên gel re nînin.”

 

Dîsan Serokwezîr Ahmet Davutoglu rexne li berpirsên kurd yên HDPê girtin û got “Şaredarîyên herêmê pereyên xizmeta gel jibo xendekan bikar tînin”

 

Ji aliyekî din ve, Selahettîn Demmirtaş got “Em ji rakirina hesaneta  parlemanî natirsin”

 

Hevserokê HDPê Demirtaş, doh 5 Çile li Enqerê di daxuyaniyek de got “Berpirsê vê pêvajoyê serokomare jiber ku wî got pêvajo di dolaba qerîsekê de ye.

 

Demirtaş got “ Em dibêjin xendek bi guftîgo û muzakere çareser dibe lê hikûmet dibêje, tekane rê tekoşîna bi tank, top û çek e. Serokomar radibe dibêje me sê hezar terorist kuştin û peyama dewamiya xwîn rijandinê dide. Muzakereyê dan aliyek û tank û topan derxistin meydanê. Hem serokwezîr hem serokomar gel dixapînin. Ya ku rêya çareseriyê girtiye ne HDPê ye, AKP bixwe ye. Kurd hê jî digel pêkvejiyanê ne.”

 

Hêjayî gotinê ye ku, MHP jî got, dema teklîfa rakirina hesanetê parlamenterên HDPê bo parlemanê bê şandin, ew dê piştigiriya AKPê bikin dakû Parlamenterên HDPê ji parlemenê Tirkiyê bên avêtin.