Serrûpel Nûçe Kerîm Kaban (88) wefat kir

Kerîm Kaban (88) wefat kir

Belav bike

 
Yek ji endamên malbata hunermend Kerîm Kaban ji rûdawê re ragihand ku Kerîm Kaban îro sibehê li nexweşxaneya şar a bajarê silêmaniyê koça dawiyê kiriye.
 
Roja 31ê meha kanûnê emeliyateke hestî bi şêweyekî serketî bo hunermend Kerîm Kaban hate encamdan.
 
Hunermend Kerîm Kaban sala 1927an li taxa şêxan a kevin li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û 3 kur 3 keçên wî hene û xwediyê 20 stranên tomarkiriye.