Serrûpel Nûçe Li Efrînê asayîşa PYD 2 endamên PDK-S girtin

Li Efrînê asayîşa PYD 2 endamên PDK-S girtin

Belav bike

Endamê komîteya navendî ya PDK-Sê, Ebdulrehman Apo ragihand ku asayişê her du endamên partiya wan Hisên Elî li gundê Hesen û Nezîr Bakîr li gundê Qude ser bi Efrînê ve girtin.

Bi gotina Apo, hêzên asayişê avêtine ser çend malên gundê Qude yê ser bi bajarokê Reco ve û li lîstên imzeyan digerin.

Serkirdeyê PDK-Sê da zanîn ku astengî û girtina endamên partiya wan, ku imzeyan kom dikin,  ji aliyê asayişê ve berdewam in.