Di daxuyaniyekê de ji bo medyayên nizîkî PKKê, Endamê Konseya Birêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCKê Duran Kalkan, di derbarê bûyerên Cizîrê li Bakûrê Kurdistanê de ku bûye sedem hejmareke zêde ji welatiyên navçeyê bêne kuştin û birîndarkirin û bi hezaran jî koçber bûn ragihand, ew siyaseta ku li Cizîrê meşandin xelet bû û wan pêşbîniya wê yekê nedikir ku bi vî awayî rûbirû êrîşeke wisa giran û ne mirovane ya dewleta Tirkiyê bibin.
Kalkan dibêje jî: Em li wê baweriyê de bûn ku li hemberî me dijmin jî be her mirov e, me pêşbîniya êrîşeke wisa hovane nedikir.
Kalkan ew yek jî tekez kir ku Serokomar Receb Tayib Erdogan û Serokwezîr Ehmed Dawudoglu nikarin wisa bi hêsanî her çi bixwazin bikin û di buhara îsal de wê bersiva operasyonên Bakûrê Kurdistanê wergirin.