Serrûpel Nûçe Tirkiyê televîzyona IMC ji Turksat avêt

Tirkiyê televîzyona IMC ji Turksat avêt

Belav bike

Rêveberê Giştî yê imc TVê Eyup Burç beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand Serdozgerê Komarê ya Enqereyê ji rêveberiya Satelîta TURKSATê xwestiye weşana imc TVê rawestine.

Eyup Burç diyar kir li daxwaza Serdozgerê Komarê ya Enqereyê televîzyona imc TVê ji aliyê rêveberiya Satelîta TURKSATê hatiye rawestandin, lê ev yek ji derveyê peymana navbera imc TVê û Satelîta TURKSATê de ye.

Burç destnîşan kir ku ew li gor îdiayên Serdozgerê Komarê ya Enqereyê bi “propagandaya terorê kirine” hatine tohmetbarkirin.

Rêveberê Giştî yê imc TVê amaje kir ku li hemberî wan bêedaletî hatiye kirin û Serdozgerê Komarê xwe xistiye devsa RTUKê biryar daye ji ber vê yeke êwê li mafê xwe bigerin.

Derbarê qedexekirina xebatên Rûdawê li Kobanî ji aliyê Rêbeveriya Xweser ve de jî got, ew li dijî hemû qedexeyên li hemberî çapemeniyê ne.

Serdozgerê Komarê ya Enqereyê Ramazan Dînç, ji Rêveberiya Giştî ya TURKSATê xwestibû weşana imc TVê ji ber ku “propagandaya PKK/KCKê” dike bê rawestandin.

Li ser vê yekê rêveberiya Satelîta TURKSATê weşana imc TVê sekinand.

Televîzyona imc TVê weşana xwe niha li ser înternetê dike.