Serrûpel Magazîn Teyar straneke nû derxist: Ma wê tim

Teyar straneke nû derxist: Ma wê tim

Belav bike

Hunermendê Kurd Teyar, ku li Kobanî ji dayîk bû ye û niha li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê dijî, û bi deng û muzîka xwe xwediyê stayleke taybet e, straneke nû bi navê “Ma wê tim” derxist. Teyar, di sala 1979 de li Kobanî ji dayîk bû ye, li zankoya Helebê Edebiyata Erebî xwendiye û heta niha gelek stran çêkiriye. Ew hem muzîkjen e, hem jî bi xwe gotinên stranan dinivisîne. Teyar xwediyê kesayetiyeke hêmin û hezkirî ye.
Gotin û awaz : teyar –
Studyo û belavkirina mûzîkê: Semir Wartan
Helbesta dawî: Evdal Ehmed
Fotograf: Berxwedan Xêrzada