Serrûpel Nûçe Başbug: Tirkiyê û Îran li dijî avakirina dewleta kurdî ne

Başbug: Tirkiyê û Îran li dijî avakirina dewleta kurdî ne

Belav bike

Serokerkanê berê yê Tirkiyê Orgeneralê Xanenişîn Îlker Başbug, di konferansekê de behsa pêşhatên li Iraq û Sûriyê kir û got, bûyerên li Tirkiyê û pêşhatên li wan welatan bi hev ve girêdayî ne.

Başbug, derbarê dewleta Kurdî de jî nerînên xwe anîn ziman û li gor wî tenê Tirkiye û Îran dikarin li pêşiya damezirandina dewleta Kurdî bibin asteng.

Başbug got: “Gelo hêzek heye li pêşiya damezirandina dewleteke Kurdî li Iraqê bibe asteng? Heye, Tirkiye û Îran. Heta ev her du dewlet li dijî dewleta serbixwe ya Kurdî bin li Bakurê Iraqê, Amerîka lempeya kesk ji vê pêkhateyê re pênaxe. Loma divê ev her du dewlet helwesta xwe ya di vî warî de biparêzin.”