Serrûpel Nûçe “YPG 2 zarokên me yên 11 salî revandin” (foto)

“YPG 2 zarokên me yên 11 salî revandin” (foto)

Belav bike


Malbateke kurd li Kobanê, dibêje YPGê 2 keçên wan yên biçûk bi zorê tevlî refên xwe kiriye

Xelîl Şêx Bozan ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên YPGe 2 keçên biraziyên wî bi navê, Semîra Şêx Bozan û Emel Şêx Bozan ku herdu keç bi temenê xwe 11 salî ne, ji gundê Bîrxat yê ser bi Kobanê ve revandine û bi zorê tevlî refên xwe kirine.


Xelîl Şêx Bozan, ku apê herdu keçane got: ku YPGê berî 20 rojan herdu keç revandin û tevlî xwe kirin, lê ji ber ku Semîra nexweş ket û rewşa wê ya derûnî têk çû, YPGe duh îcazeyeke 2 rojan da wê ji bo serdana mala xwe bike û malbata xwe bibîne, û piştre dîsa tevlî YPGe bibe, lê ji ber nexweşiya wê, bavê Semîra keça xwe derbasî tirkiyê kir, ji bo ku wê derman bike, û niha YPGê bavê Semîre girtine û jêre dibêjin yan tê keça xwe vegerînî û yan jî emê wiha bihesibînin ku te keça xwe kuştiye.

Berî çend rojan malbata keçeke din bi navê Yasmîn Ibrahîm kurdo ku temenê wê jî 11 sal bû, ragihandin ku keça wan ji dibistana gundê Kurik ji bo leşkeriya bi zorê hatiye birin.