Serrûpel Nûçe Serkirdeyê PKK: Li Kurdistanê dewlet nemaye

Serkirdeyê PKK: Li Kurdistanê dewlet nemaye

Belav bike

‘LI KURDISTANÊ DEWLET QEDIYA YE, BI TENÊ HÊZÊN DAGIRKER MAN E’

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata destnîşan kir, ku li Kurdistanê dewlet qediya ye, bi tenê hêzên dagirker û mêtînger man e û got, “Polîs û burokrasî ma ye. CHP, MHP hemû jê çûn. Li ser navê Îslamê AKP hat biriqandin û pêşkêşkirin. Bi gotinên çareserî, aştî û em Kurdan nas dikin ve hewl dan Kurdan nerm bikin, hin derdoran ber bi xwe ve bikişîne. Li Kurdistanê rehê xiyanet û nokeriyê her tim hebû. Li cihê têkoşîna otorîteya şoreşgerî bi pêş neket, hêzên ji pêşketina otorîteya şoreşgerî tirsiyan, timî xwe nêzî dewletê dîtin. Piştî her kevneşopiya berxwedanê ya li Kurdistanê, dewletê timî bi vî rengî bangên teslîmbûnê kir: ‘Teslîmî hembêza bi şefqet a dewletê bibin. Timî teslîmiyet li ser Kurdan ferz kir. Ji yên li ber xwe diidn re dibêje, hûn ê şîdeta dewletê bibînin.” ANF