FLAŞ: Dergehê Pêşabûr li pêşiya pezê rojavayê Kurdistanê (sobe, 26.06.2016) tê vekirin. Berpirsê dosya rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya herêma Kurdistanê de, Dr. Hemîd Derbendî, rêvebirê dergehê Pêşabûr agahdar kir ku sibe roja Yekşemê dergeh li pêşiya pezê rojavayê Kurdistanê tê vekirin û gumrug jî nayê standin.