Serkirdeyê PYD û berpirsê eskeriya bi zorê reviya
Jêderên ji Hesekê diyar dikin ku serkirdeyê PYD, Ezîz Meemo, ji PYD û rêverberiya Xweser cuda bû û reviya derve.
Ezîz Meemo, li kantona Cizîrê bi navê Heval Rênas dihate naskirin û berpirsê eskeriya neçar ya herêma Cizîrê bû.
Ew ji gund Yarimce bû, ya ser bi Dirbêsiyê ve, û yek ji serkirdeyên payebilind yê PYD bû.
Li programa Komkujiya Kobanî temaşe bikin (vîdyo)
Li programa Komkujiya Kobanî temaşe bikin (vîdyo)
Dengbêjê Efrînê Bavê Selah rakirin nexweşxaneyê
Dengbêjê Efrînê Bavê Selah giran nexweş ket û ew bi lez rakirin nexweşxaneyeke Efrînê.
Programa li ser Komkujiya Kobanî (zindî)
Bîranîna salvegera yekem ya komkujiya Kobanî li ser Rûdaw
Bi boneya bîranîna salvegera yekem ya komkujiya Kobanî ku ji aliyê hin gurûpên rêxistina DAIŞê ve, di mafê sivîlên Kobanî di roja 25-6-2015an de hatibû encamdan, wê bernameyeke telefizyoniye zindî ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve, roja 25-6-2016an demjimêr 8:30 êvarê li hola şehîd Seid Ebdula li bajarê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê were pêşkêşkirin, û vexwendin giştî û vekiriye.
Bername ji amedekirina Imer Kalo û pêşkêşkirina Dilbixwîn Dara ye
Pêşabûr li pêşiya pezê rojavayê Kurdistanê tê vekirin
FLAŞ: Dergehê Pêşabûr li pêşiya pezê rojavayê Kurdistanê (sobe, 26.06.2016) tê vekirin. Berpirsê dosya rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya herêma Kurdistanê de, Dr. Hemîd Derbendî, rêvebirê dergehê Pêşabûr agahdar kir ku sibe roja Yekşemê dergeh li pêşiya pezê rojavayê Kurdistanê tê vekirin û gumrug jî nayê standin.
Bi bombeyekê êrîşî Rûdaw kirin
Duh bi şev derdora saet 12.17 bi narîncokê êrîşî Rûdaw kirin, 3 pasevan û karmendekî Rûdaw birîndar bûn.
Heta niha ne diyare kê êrîş kiriye.
Dîlanê (19) li mal xwe intîhar kir – foto
Li rojavayê Kurdistanê, li gundê Robariya li Dêrika Hemko, keçeke Kurd ya 19 salî, hinek jêder dibêjin dema ku bi sîlehê dilîst, bi şaşî xwe kuştiye, hinek jêder jî dibêjin ku wê bi sîlehê xwe intîhar kiriye.
Barzanî peymana serxwebûnê da!
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek belav kiriye, têde daxwaza civîna hemû liî û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike da ku bi rijdî li ser pirsa referandom û serxwebûna Kurdistanê gotbêj were kirin.
“Rica dikim dewletê ragihîne û bibe serokê dewletê”
Parlamenterekî PDKê di peyamekê de daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, ku derfeta niha bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê ji dest nede û dewletê rabigihîne.