Li Şingalê, ji bilî wan komên xwebexş ên ji aliyê Kurdên Êzidî ve hatine damezrandin, 7 hêzên din ên çekdarî hene. Hejmara giştî ya çekdarên van koman nêzîkê 25 hezar e. Hinek ji van koman, fermanê ji rêveberiya Herêma Kurdistanê werdigrin, hinek wan ji Baxdayê û hinek jî ji Qendîlê.
Piraniya van hêzan, piştî êrîşa DAIŞ’ê ya 3ê Tebaxa 2014ê ya li ser Şingalê, hatine avakirin. Komên bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê û Yekîneyên Berxwedana Jinên Şingalê, ji aliyê PKKê ve hatine avakirin.
Piştî rizgarkirina navçeyê jî, Hêzên Parastina Şingalê hate damezrandin ku ev hêz jî ser bi Wezareta Pêşmerge ye.
Eniyên şer di bin kontrola Pêşmerge de ye
Berpirsên Eniya Şingalê Serbest Lezgîn ji Rûdawê re ragihand ku hemû eniyên şerê li dijî DAIŞ’ê, tenê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye û got:
“Ji bo parastina Şingalê û kontrolkirina navçeyên din, pêwîstiya me bi ti hêzan nîne.”
Piştî ku di Kanûna yekem a 2014ê de, nahyeya Sinûnê, Çiyayê Şingalê û beşek navçeyên herêmê ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, fermandarê Êzidî Heyder Şeşo, li gel komek xwebexşên Êzidî, Hêza Parastina Êzdîxan damezrand.
Di destpêkê de vê hêzê alîkariyên xwe ji Heşdî Şe’biyên Iraqê werdigirt. Lê belê piştî ku fermandarê vê hêzê ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hate girtin û ket ber jêpirsînê, pêwendiyên vê hêzê li gel Heşdî Şe’bî, nema.
Şeşo: Hevkarên me Kurd in
Fermandarê Hêza Parastina Êzdîxan Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand ku ti pêwendiyek wan li gel Bexdayê nemaye û hindek sermayedarên Kurdên Êzidî, hevkariya hêza wan dikin.
Baregaha Hêza Parastina Êzdîxan li nêzîkê mezargeha Şerefdîn e û niha li vê baregahê perwerde û rahênanê dikin. Herwiha nêzîkê 200 keçên Kurdên Êzdî jî di nav vê hêzê de ne.
Tê îdîakirin Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) hevkariya vê hêzê dike. Lê Heyder Şeşo bixwe endamê Civata Navendî ya YNK’ê ye û van îdîayan red dike û wiha dibêje:
“YNK ti hevkariyekê bo me nake. Di ser de jî heta niha min çend caran dest ji karkêşana xwe pêşkeşê YNKê kiriye.
Beriya niha soz ji Şeşo re hatibû dayîn ku wê Hêza Parastina Êzdîxan, bikeve ser Wezareta Pêşmerge. Lê heta niha ev soz nehatiye bicîhanîn. Heyder Şeşo jî dibêje ku ji bo hêza wan bikeve ser Wezareta Pêşmerge 3 şertên wan hene û wan ji wiha rêz dike:
“Divê Al û navê hêza me neyê guhertin. Herwiha ev hêz nakeve ser navê ti partiyek siyasî.”
Piştî dagirkirina Şingalê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi lezî du hêzên çekdar ji bo vê deverê ava kir. Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Egîd Kelarî jî dibêje ku ew ji bo parastina gelê Şingalê li wê herêmê ne. Dema metirsî li ser Şingalê nema, ew ê vegerin şûnên xwe.
Eşîretên Şingalê jî hêzek avakirine
Ji xeynî van hêzan, niha li Şingalê hêzek din hatiye avakirin ku navê wê Hêza Eşîretên Şingalê ye û 150 çekdarên wan hene. Ebdurehman el-Şemerî serpereştiya vê hêzê dike û ew jî piranî li gel komên ser bi PKKê, tevdigerin.
Li gel van hêzan, komek polîsên Iraqê li Şingalê hene, xelkê xwbexş ê navçeyê ne û jimara wan nêzîkê 300 kesan e. Herwiha komek din ê xwebexşan heye ku li gel vê hêzê, tevdigere.
Berdevkê Heşdî Şe’bî yê Iraqê Kerîm Nûrî eşkere kir ku ew li Şingalê piştgiriya du hêzan dikin. Nûrî got ku yek ji wan hêzan, Hêza Eşîretên Şingalê ye.
Lê belê Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl got ku ew tenê hêzên Pêşmerge û polîsên Herêma Kurdistanê bi fermî nas dikin.
Xelîl wiha got:
“Niha pêwîstiya Şingalê ji bilî Pêşmerge û polîsan bi ti hêzekê nîne. Heger ew hêzên din dibêjin em ji bo alîkariya xelkê Şingalê hatine, em jî ji wan re dibêjin spas, p3ewîstiya me bi we nemaye.”
Hejmara hêzan
Hejmara çekdarên hêzên li Şingalê jî wiha ye:
Hêzên Pêşmerge: 20 hezar
Hêza Parastina Êzdîxan: 3.500 çekdar
Yekîneyên Berxwedana Şingalê: 700 çekdar
Polîsên Iraqê: 300 çekdar
Yekîneyên Berxwedana Jinên Şingalê: 200 çekdar
Hêzên Parastina Gel: 250 çekdar
Hêza Eşîretên Şingalê: 150 çekdar
Komên xwebexşan: 150 çekdar
Jêder: Rûdaw – Nasir Elî