Serrûpel Nûçe Asayîşê terorîstekî Turkmen girt (foto)

Asayîşê terorîstekî Turkmen girt (foto)

Belav bike

 

Îro duşemî Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku kiryareke terorîstî li Başûrê Kurdistanê hat pûçkirin.

 

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand: “Kiryareke terorîstî li gundekî bajarokê Eyaziye ya girêdayî navçeya Til Eferê hat pûçkirin.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di operasyonên de hêzên asayişê terorîst girtine û kesê terorîst xwastibû di meha Remezanê de kiryareke xwekujiyê pêk bîne.

 

وێنەی كەسە دەستگیركراوەكە: فۆتۆ: ئەنجوومەنی ئاسایش

Di daxuyaniyê de ew tişt hatin gotin:

 

“Îro serê sibehî di operasyoneke hevbeş a hêzên Ajansa Parastin û Asayişa Dihokê de terorîstekî xwekuj ê ser bi rêxistina terorîstî ya DAIŞê hat girtin û hat karîn ku kembera bombekirî ya wî bê pûçkirin û dest bi ser hejmareke din a teqemeniyan de hat girtin.

 

Terorîst Ednan Mihemed Sadiq ê naskirî bi Ebû Fatîme xelkê navçeya Til Efer a girêdayî Mûsilê ye û Tirkmen e, pêştir bi veşartî derbasî sînorê (bin kontrola) Hêzên Pêşmerge bûye û piştî amadekariyên bo kiryareke xwekujiyê, îo saet 07:30 li gundê Xirmir ê bajarokê Eyaziye yê girêdayî navçeya Til Eferê hat girtin.

 

Li gorî îtîrafên terorîstê girtî, ew kes ji aliyê Şaxeya Til Efer a DAIŞê ve hatibû erkdarkirin, ku di roja dawiya meha Remezanê de xwe di nav bazarê de biteqîne.

 

Di vê operasyonên de jibilî pûçkirina kembera bombekirî ya vî terorîstî, dest bi ser veşargeheke çek û teqemeniyên terorîstan li wî sînorî de hat girtin ku rêjeyeke berçav a çek û teqmeniyên cor bi cor tê de bû.” (rûdaw)