Barzanî ragihand: “Tenê du rê li pêşiya me hene, yan emê wê rewşê qebûl bikin û xelkek din biryarê li ser qedera me bide yan jî emê bi hev re biryarek hevbeş bidin û ber bi serwerî û serxwebûnê ve pêngavan bavêjin.”
Fraksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê îşkencekirin û kuştina xortê Kerkûkî Barzan Mihemed Rehîm bi tundî şermezar kir û daxwaz ji aliyê pêwendîdar kir, ku tawanbaran ceza bikin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku lijneyek ji bona lêkolînkirina li ser bûyera kuştina wî xortê Kerkûkî, ku tê gotin “ji ber tatoya ser pişta xwe” hatibû kuştin, hatiye avakirin.
Serokwezîrê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de êrişa bajarê Munich li Wilayeta Bavaria ya Almanya şermezar dike, ku hijmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Bi helkefta sala dehemîn a kursa kurdî, şayîyek hat li dar xistin. Kursên kurdî ku ji alîyê mamosta Ewdil Dirêj va li Komkar Berlînê û li dibistana bilind Alice Salomon (ASH) tên dayîn ket sala xwe ya dehemîn.
Ceribandina darbeya 15ê tîrmehê û bûyerên piştê wê, dengên qirçîna hilşîna dewleta tirk û sîstemên wê yên turk-kemalîst û turk îslamîst in.
Dewlet û sîstemên...
Hesen Îbiş, kuafêrekî Kurde, li Hollanda dimîne. ji Efrînê ye. Kuafêrekî navdar e, her roj tiştekî nû, styleke nû di kuafêrê de diafirîne, vê carê jî çavên xwe girtin û dest bi qusandina porê mişteriyê hollandî kir, bala her kesî kişande ser.