Serrûpel Nûçe “Ofîsa PYD li Rusya tune ye ew komeleyeke kultûrî ye”

“Ofîsa PYD li Rusya tune ye ew komeleyeke kultûrî ye”

Belav bike

Çawûşoglû di derbarê şerê DAIŞê de li Sûriyê ragihand ku ewê di çarçoveya Hevpeymaniya navdewletî de êrişên xwe yên asmanî zêde bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê got ku welatê wî gelek caran daxwaza operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê li Sûriyê kiriye û niha jî daxwaza wê yekê jê dike.

Her wiha ragihand ku pirsgirêkên di hindurê navenda Incîrlîkê de ku piştî hewla derbeya eskerî çêbûn, hatin çareserkirin û niha ew navend ji bo êrişan amade ne.

Ji aliyekî din ve, îro balafirên Rûsya li derdora bajarê Reqayê dan û 30 kes kuştin.

Di derbarê hebûna ofîsa PYD de li Rûsya, serokomarê Tirkiyê Erdogan got, serokê Rûsya ji wî bîhîstiye ku tiştek bi navê ofîsa PYD li Mosko heye.

Erdogan got, tiştek bi navê ofîsa PYD li Rusya tune ye, ew tenê komeleyeke çandî û kulturî ye.