Serrûpel Nûçe Polîsên Hewlêrê li vî kesî digerin (foto-telefon)

Polîsên Hewlêrê li vî kesî digerin (foto-telefon)

Belav bike

Polîsê Hewlêrê îro duşemî daxuyaniyeke weşand û tê de wêneyê kesekî belav kir û daxwaz ji welatiyên kir, ku derbarî wî kesî de zanyariyên bidin hêzên polîs û alîkariya polîs bikin.

 

Di daxuyaniya Polîsê Hewlêrê de tê gotin: “Welatiyên xweşdivî, her kesek ji we eger derbarê wî kesî de zanyarî heye, bi zûtirîn dem pêwendiyê bi Rêveberiya Polîsê Hewlêrê bikin, çi bi rêya malperên civakî yan jî bi rêya hejmara telefona 066 134.”

 

Li gorî zanyariyan, ew kes ji aliyê hêzên polîs û dadgehê ve hatiye daxwazkirin, lê wî kesî xwe wunda kiriye û cihê wî niha nayê zanîn.

 

Derbarê guneh anko tawana wî kesî de û herwiha nav û karê wî kesî de ti zanayrî di daxuyaniya polîs de nehatiye belavkirin.