Operasyona Cerablusê duh 24ê meha Tebaxê dest pê kir û di heman rojê de bi piştgiriya hêzên Tirkiyê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê ketin nav Cerablusê û kontrolkirina wê hat îlankirin.
Berî 500 sal, yanî sala 1516 de, di navbera împratoriya Osmanî û Memlûkiyan de şerekî mezin bi navê Merc Dabiq derketibû. Di encama wî de Osmanî bi serketibûn û axa Sûriyê ketibû bin destê Osmaniyan.
Cerablus bi temamî kete destê hêzên ser bi opozisyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê, Tirkiyê 300 komando û 30 tankên xwe derbasî nav wî bajarî kirine, herweha 5 hezar çekdarên opozisyona Sûriyê di şer de beşdar bûne.
Di şerê kontrolkirina Cerablusê de gelek hêzên Artêşa Tirkiyê beşdar bûne, weke:
Hêzên Bejayî
Hêzên tank û topan
Hêzên rakirina mayinan
Hêzên pevçûnên rasterast
Hêzên piştgîriya Locistî
Hêzên perwerdeyê
Hêzên asmanî
Piştî operasyona Tirkiyê ya bi navê Mertala Firatê, sînorê Sûriye û Tirkiyeyê ji Cerablusê Heta Ezazê ketiye destê hêzên opozisyona Sûriyê û DAIŞ ji wan navçeyan hat derxistin.
Di encama operasyonên de, niha du bajarên Cerablus û Ezaz ligel her du bajarokên El Rahî û Til Rifat bi temamî di destê opozisyonê de ne.
Ji ber wê yekê niha egera vekirina korîdora navbera Efrîn û Kobanî pir zehmet bûye, bi taybet piştî ku YPGê biryar dabû ji Minbicê vekişe.
Şêwaza bicihbûne hêzên leşkerî li ser erdê li bakurê Helebê bi vî awayî ye:
Hêzên Sûriyê Demokratîk ligel YPGê li Minbicî, Til Rifat û Efrîn bicih bûne û DAIŞ hîn jî li Babê ye, opozisyona Sûriyê bi piştgîriya Tirkiyê hewl dide, Bab jî kontrol bike û pirsa vekiirina korîdorê ji holê rake.