Fîlma sînemayî ya “Reşeba”, ku çend roj berê li festîvala navdewletî ya fîlman li Duhokê rastî nerazîbûna komek kurdên êzîdî hatibû, êdî nayê nîşandan.
Derhênerê fîlma “Reşeba”, Mihemed Aktaş di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, wan ji ber gazindên êzîdiyan û hurmeta Civana Rûhaniyên Êzîdî nîşandana fîlmê dane sekinandin û got, emê cardin bi mezinên êzîdî re li ser naveroka fîlmê gotûbêj bikin.
Mihemed Aktaş her wiha got, komek kes li dijî fîlmê hatibû gijkirin ji ber wê jî ew alozî çêbû.
Fîlma “Reşeba”, behsa çawaniya revandina keçeka êzîdî ji aliyê DAIŞê ve û azadbûna wê dike. Xortekî êzîdî jî ku aşiqê wê keçkê ye, wê rizgar dike û di dawiyê de digihên hev.