Serrûpel 2016 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2016

Sêmalka: Heta niha 300.000 dolar standine

Li deriyê Sêmalka, 2 caran bac û derîbe ji bazirganên Rojavayê Kurdistanê tê standin.

PYD-YPG li Şamê ne û ligel Elî Memlûk civiyan

AVESTA KURD - Şandeke bilind ji YPG, bi serokatiya fermandarê YPG Sîpan Hemo, berdevkê YPG Rêdûr Xelîl serkirdeyekî PYD Selah Cemîl û du jinên din, çû Şamê û bi serokê Hêzên Ewlekariya Netewî Elî Memlûk re civiya. Her du alî li ser pêwendiyên xwe axifîn.

“Emê demokrasiyê bînin Rojhilata Navîn”

Hevserokê PYD Salih Misilm bi munasebeta 13 mîn salvegera damezrandna partiya xwe raghand ku armanca wan avakirina Sûryeyeke demokratîk e.

“Em ditisin Rojava bibe Koreya Bakur”

PDK- Bakur derbarê êrişa hêzên Asayişa Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bo ser peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero de ragihand: “Em metirsîdar in ku ji ber vê helwestê, wê Rojavayê Kurdistanê bibe mîna Koreya Bakur.”

We welat kire cihenem û ji tirsa we kesek…

Xelkê ku ji rojavayê Kurdistanê derdikeve, ew xelkê ku ji tirsa revandin û kuştina ji aliyê PYD ve newêre bêje "Kurdistan" newêre devê xwe veke, dibêje: - Fedî bikin, êdî we kir ku xelk navê Kurd û Kurdistanê ji bîr bike... - We mala milet xerab kir, ne we welat ava kir, ne jî we hîşt welat were avakirin... - We bi sedan ciwanên me yên weke qehremanan li Munbicê da şehîdkirin, li dawiyê we Munbic teslîmî Basiyekî weke Farûq El Şawî kir. - We ciwan bi welat de nehîştin, xot ji ber zilma we direvin xwe davêjin deryana û derbider dibin... - Her meh bêhtirî 25 mîlyon dolar ji firotina petrolê ji we re dihat, ka we ew pere çi kirin? Ka hesab bidin malbatên şehîdan, ew şehîdên ku we ew pere bi navê wan kom kirin... - We siyasetvan li welat nehîştin, yên ku dengê wan hinekî bilind bû we ew avêtin zindanan, we partî û ronakbîr bêdeng kirin, her kesekî ku ne bi fikra we re bû, we kir xayîn û ew avêtine derveyî welat. - We rojavayê Kurdistanê kir cihenem, er yek ji we bû zebaniyê li ber deriyê cihenemê... - Hûn navê demokrasiyê li xwe dikin, lê dîktatoriya we li dinyayê deng daye, ji tirsa we yek newêre bêje Bismillah. - Bihêlin bila xelk hinekî nefesa xwe bikişîne... - Alîkariyê ku ji rojavayê Kurdistanê re diçin, hûn tenê li heval -

Hevkariya Almanya ji bo Kurdistanê berdewam e

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja înê 23.09.2016ê li bajarê Hewlêrê, digel Ursula von der Leyan wezîra bergiriyê ya Almaniyayê

Li pêşiya mizgeftê de xwe tazî kir û klîp çêkir

AVESTA KURD - Stranbêja Tatar Rezeda Ganiullina li mizgefteke bajarê Bolgarê klîp amade kiriye û li pêşiya mizgeftê xwe tazî kir û klîp çêkir. Beriya çend rojan dema ku klîba Ganiullina di înternetê de hate belavkirin, rastî nerazîbûneke mezin hat.

Wezîrê rewşenbîrî di govendeke Efrînî de -vîdyo

Wezîrê rewşenbîrî yê Kurdistanê Xalid Doskî li Hewlêrê beşdarî merasîma bîranîna dengbêjê Kurdê Efrînê Cemîl Horo bû û di govendeke Efrînî de dîlan girt.

Jina Qobad Talabnî weke rawêjkar hatiye qeydkirin

Li gor malpera Wişe-Jêder, Jina Qobad Talabanî, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, Sherri Kraham li Kurdistanê weke rawêjkara cîgirê serokwezîr hatiye qeydkirin û nêzîkî 5 hezar dolar mehane distîne.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com