Serrûpel 2016 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2016

Her 13 jinên wî jî bi hev re ducan in

Zilamekî Malîzî bi 13 jinan re zewicî ye, her 13 jinên wî bi hev re ducan bû ne.

Naveroka hevdîtina bi Ocalan re eşkere bû

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der barê hevdîtina beriya cejnê ya li Îmraliyê ji ANF'ê re axivî û li ser peyamên Ocalan daxuyaniyên girîng da.

“Serxwebûn mafê me ye” (vîdyo)

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûdderbarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, peywendiyên dîrokî garnatiya çareserkirinê ye ew bawer dike dê bigihêjin encameke baş.

“Destê xwe ji nava birîna me bikişînin!“

Kesayetî û Kurdên Êzdî îro li Şengalê civiyan û di civîna xwe de bi dengdaneke giştî bang li PKK û hêzên ser bi wê ve (YPG, YPJ) û hêzên wê yên din kirin ku êdî ji Şengalê derkevin û dev ji dagîrkirina Şengalê û Çiyayê Şengalê berdin. Fermandar Qasim Şeşo got, eger were xwestin Kurdên Êzdî jî amade ne ji bo Kurdên Bakur û rojava û cihên din şer bikin, lê êdî bila PKK hêzên xwe ji Şengalê bikişînin û Kurdên Êzdî dikarin axa xwe biparêzin. Di dema şerê Şengalê de, PKK hêzên yên yên bi navê YPG, HPG, YPJ û gelek hêzên din derbasî Şengalê kirin û dibêjin ew ji wir dernakevin. Hebûna wan hêza li Şengalê bûye sedema nerazîbûna Kurdêm Êzdî, ew dibêjin mayîna hêzên PKK li Şengalê dibe sedema derketina şerekî di nava xelkê wê deverê bi xwe de û her wiha dibe sedema gelek nakokiyên siyasî û civakî.

Piştî Katy, Madonna jî xwe ji bo Clinton tazî kir (foto)

Piştî Katy Perry, prensa pop Madonna jî, ji bo kandîda partiya demokrat ji bo serokatiya Emerîka Hillary Clinton tazî kir. Madonna li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo piştgiriya Clinton xwe tazî kir

ENKS roja înê li Qamişlo mêtîngê çêdike

‏Emîndariya Giştî ya ENKSê biryara destpêkirina grevekê li bajarê Qamişlo stand. Serokê Ofîsên xwecehî yên ENKSê Mihsin Tahir ragihand ku li gorî biryara Emîdariya giştî ya ENKSê ewê grevekê li bajarê Qamişlo li pêş mizgefta Selman Elfarisî roja înê saa't 4 êvarê li darxînin, ew jî bi armanca protestokirina girtina siyasetmedarên Kurd û doza serbest berdana serkirde û endamên ENKSê, ku ev 43 roj di ser girtina wan re derbas dibe, ew ji aliyê Asayîşa kantona Cezîrê ve hatibûne girtin.

PKK xortên Xurmatû dişîne Qendîlê û çekdar dike

Tê gotin ku PKK li bajarokê Xurmatû yê Kurdistana Başûr, xortan perwerde dike û dişîne Qendîl. Bavê yek ji wan xortan jî dibêje, PKKê kurê min revandiye!

Lady Gaga: Xwedê we biparêze!

Lady Gaga, ew stranbêja emerîkî ya navdar, ji ber rewşa ku Sûriyê têde derbas dibe gelekî xemgîne û ji xwedê daxwaz kir ku xelkê wî welatî êdî jiyana xwe di selametî de derbas bike.

Duran Kalkan: “Me jî ji wan re got…”

Serkirdeyê PKK Duran Kalkan di hevpeyvîneke xwe de ligel ajanseke nêzîkî partiya xwe got: "Ji meha Adarê û vir ve hin hêz daxwaza agirbestê li me dikin. Ji Amerîka heta Ewropa, heta rêveberiya Başûrê Kurdistanê... Me timî ji wan re got, 'me şer neda destpêkirin. Rêber Apo got; me pêvajo neqedand. Em li ser kursiya xwe ya li dora maseyê rûniştî ne. Yên din mase qelibandin'. Me ji hemû hêzan re ev gotin. Lê nikarin vê bi AKP'ê bidin qebûlkirin.

Erdogan şandeke bilind ya Tirkiyê dişîne Kurdistanê

Serokomarê Tirkiyê Receb teyib Erdogan ji rojnamevanan re ragihand ku di rojên pêş de wê şandeke bilind ya hikûmeta Tirkiyê serdana Hewlêrê bike û ligel serok barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bicive.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com