Serrûpel 2016 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2016

Asayîşa PYD li peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero xistin

Asayişa PYD êrîşî peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero kirin û bi tundî li wê dan. Rengîn Şero, ji bo ku serdana malbata xwe bike, îro di sînorê Sêmalka re derbasî rojavayê Kurdistanê bûbû. Li ser xala sînorî asayîşa PYD peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero digirin, û bi tundî li wê didin û bavê wê jî li pêşiya çavên malbata wê îhane dikin. Piştî ku asayîşa PYD Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero didin ber lêdanê û bi tund li pey xwe di ser erdê re dixuşînin, bi zorê wê ji rojavayê Kurdistanê derdixin û sirgûnî başûrê Kurdistanê dikin.

Şanda HDP serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir

Şanda Partiya Demokratîk a Gelan Şandeya (HDP) ya dibin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDPê Selattîn Demîrtaş, bi Serokwezrîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dicive. Şande HDPê ya ku duh hatibû Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cîgirê Sekereterê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re civiya. Şanda HDPê îro li navçeya Pirmamê ya Hewlêrê piştî serdana Navenda Giştî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir, çûn li serokwezîriyê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî kir

Çi ji vê jinê (Henan Fetlawî) re lazim e?

Henan Fetlawî, ew jina Basî, û endama parlamentoya Îraqê, ku weke neyareke Kurdan tê naskirin, û berî demekê li Silêmanî mêvana hevjîna Celal Talabanî, Hêro Îbrahîm Ehmed bû, bi standina baweriyê ji wezîrê darayî yê Îraqê Hoşyar Zêbarî gelekî kêfxweş e? Hûn dibêjin çi ji vê jinê re lazim e?!

Beytocan li hember Îbo mehkeme qezenc kir

Hunermendê Kurd Beytocan, berî 15 salan li dijî Îbrahîm Tatlises ji ber strana (Agir Ketiye dilê min) mehkeme vekiribû, Îbor bê îzna wî stran biribû û navê wê guhertibû û kiribû (Rinda min) û stra bû. Beytocan doza 38.000 lîreyên tirkî (13.000 dolar) li Îbro kiribû. Piştî 15 salan, dadgeha parastina mafan ya Istanbulê Beytocan mafdar dibîne û biryarê dide ku Tatlises 9.500 lîre (3.200 dolar) bide hunermendê Kurd Beytocan.

Demirtaş li cem Barzanî ye (FOTO)

Serok Barzanî îro pêşwaziya hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş û şanda ligel wî kir. Babetên sereke ku hatine gotûbêjkirin, pirsa Kurd li bakurê Kurdistanê, rewşa başûrê Kurdistanê û bi giştî rewşa Kurdan.

Antî-Terora Kurdistanê mezinekî DAIŞ kuşt

Antî-Teror a Herêma Kurdistanê ragihand, ku berpirsekî mezin ê DAIŞê yê bi navê Ebû Ebdurehman Şîşanî li başûrê Mûsilê hatiye kuştin.

Asayîşa PYD rojnamevanê ARK-TV revand

Rojnamevanê Kurd Ismaîl Elî, li bajarê Dêrikê hat revandin, û sendîka rojnamevanên Kurdistana Sûriyê ragihand metirsiya girtin, eşkencedan û nebedîkirinê li ser tevahiya wan rojnamevanên heye, ku ne alîgirî PYDê ne.

PKK wê petrola Qendîlê derxîne û bifroşe Îranê

Hat zanîn ku PKK amadekariyên wê yekê dike ku neftê li bintara çiyayê Qendîl li Başûr derxîne û bifroşe Îranê. Rayedarekî Herêma Kurdistanê jî dibêje, PKKê sînorên xwe bi temamî girtiye.

Sefîrê Îsraîlê li Almanya ala Kurdistanê bi sînga xwe ve kir

Sefîrê Îsraîlê li Almanya Yakov Hadas-Handelsman, li kêleka ala Îsraîlê ala Kurdistanê jî bi sînga xwe ve kir. Her du di yek rozêtê de ne. Yakov Hadas-Handelsman ji sala 2012 de li Berlînê balyozê Îsraîlê ye.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com