Serrûpel 2016 Îlon

Arşîva mehane: Îlon 2016

Asayîşa PYD xortek (17) li Bane Şikeftê kuştin

Asayîşa ser bi PYD ve, li gundê Bane Şikeftê yê ser bi Dêrikê ve kuştin û nehîştin ku xelk cenazeyê xwe rake. Xortê bi navê Hanî Mihemed Sedîq yê 19 salî ji aliyê asayîşê ve hate kuştin.

Mîlyardêrekî Kurd dîsa bû parlamenterê Duma

Mîlyardêrê Kurd Zilîmxan Motosyêv, ji bo cara 5. bû endamê parlamentoya Rûsya Duma. Motosyêv, yek ji kesên nêzîkî serokê Rusya Vladîmîr Putin tê naskirin. Her wiha ew endamê Partiya Yekîtiya Rusya ye, ku Putin serokatiya wê dike. Motosyêv dostekî nêzîk yê serokê Kurdistanê Mesûd barzanî ye. Ew di sala 1959 ji dayîk bû ye û berî demekê 1 mîlyon Dolar weke alîkariyên mirovî dabû dezgeha xêrxwazî ya Barzanî.

%23 ji nefta Kerkûkê ji Necmedîn Kerîm re diçe

Çavdêrekî siyasî ku di heman demê de yek ji rêkxerên xwepêşandanên 17ê Sibatê yen li dijî binkeyên PDKê, aşkera kir, sedî 23 dahata nefta Kerkûkê diçe ser hejmara hesaba kesî ya parêzgerê Kerkûkê.

Serjimêrî zerareke mezin digihîne Kurdan

Kantona Cezîrê îro li 7 bajar û bajarokên Cezîra Rojavayê Kurdistanê serjimêrî çêdike.

Kantona Kobanî efûya giştî derxist

Encûmena yasadanînê ya kantona Kobanî bi helkefta cejna qurbanê Efûya giştî derxist. Encûmenê ragihand, kesên ku berî 17 vê mehê sûc kiribûn, li gor peymana civakî dikevine ber efûya giştî. Lê kesên ku tawanên terorê û tawanên li dijî ewlehiya kantonê û tawanên leşkerî kirbin û tawanên kuştinê kirbin, navkin ber efûyê. Herweha kesên ku cara diwemîn bizewicin, wê cezayê wan ji salekê dakeve 6 mehan.

ENKS dawî li greva birçîbûnêanî

Li bajarê Qamişlo emîndariya giştî yaENKS konferanseke rojnamevanî lidarixst û têde raihand, ku ji encûmenên xwecehî yên hemû bajar û bajarokên herêma Cezîrê li rojavayê Kurdistanê xwestine greva berçîbûnê bidawî bînin. Îro di bin zexta malbatên girtiyên siyasî de û li ser daxwaza wan greva berçîbûnê bidawî hat.

Ford agahiyan li ser girtiyên ENKS dixwaze

Sefîrê berê yê Emerîka li Sûriyê Robert Ford, li ser rûpela xwe ya Twêtterê, xwest agahiyên zêdetir li ser girtiyên ENKS di zindanên rêveberiya xweser de bizanibe.

Serokwezîr ji bo Nadya name ji Ban ki-moon re şand

Cenabê Sekreretê Giştiyê NYê... Ez sipasiya we û ofîsa NY ya tayebt bi madeyên hişbir bikim ...

Ev çi ye Shakira?! (foto)

Stranbêja kolombî ya 39 salî Shakira, li studyoyekê dema ku neynûkên xwe oje dikir, tiştekî balkê di odeya wê de hate dîtin. Hinek şopînerên Shakira di Instagram de nivîsandin, ku Shakira bi belavkirina wî wêneyî xwest mesajekê bide evîndarê xwe Pique re bêje, "demeke dirêj dûrî min nemîne û min bi tenê nehêle".

Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurdistanî ava bû

Partiya El Wehde ya bi serkirdayetiya Kamîran Hecî Ebdo, di civîneke berfereh de li Qamişlo navê xwe guhert û kir Partiya Yekîtiya Demokratî ya Kurdistanî. Ligel guhertina navê partiyê, logoyeke nû ji bo partiyê hate destnîşankirin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com