Serrûpel Nûçe Televîzyona PKK ya ji bo rojhilat hate girtin

Televîzyona PKK ya ji bo rojhilat hate girtin

Belav bike

 

Rêvebiriya Newroz Tv ku televizyona fermî û zimanhalê fermî yê PJAKê ye, di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermiya wê televizyonê hatiye weşandin, ragihand, ku weşana Newroz Tv li ser satelîta Hotbirdê hatiye rawestandin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku şîrketa Eutelsatê li ser daxwaza Îranê û Tirkiyê, pexşa telezviyona wan li ser satelîta Hotbirdê rawestandiye.


Rêvebiriya Newroz Tvyê di daxuyaniyê de ragihandiye, biryara Eutelsatê biryareke siyasî ye û li ser daxwaza hikûmetên Tirkiyê û Îranê hatiye cîbicîkirin.

 

Televizyona fermî ya PJAKê, Newroz Tv di sala 2007an de li Stockholm a paytexta Swêdê hate vekirin.

 

Newroz Tv ji bilî Hotbirdê li ser satelîta Nilesatê jî tê weşandin. (Rûdaw)