Serrûpel Nûçe Gotûbêjkirina piştî kontrolkirina Mûsilê

Gotûbêjkirina piştî kontrolkirina Mûsilê

Belav bike

 

Di civînê de ku, Konsulê Îtalya li Hewlêrê amade bû, dawî rewşa siyasî û leşkerî ya navçeyê û metirsî û nakokiyên derbarê operasyona azadkirina Mûsilê hene û qonaxa piştî azadkirina Mûsilê û pêdawîstiyên leşkerî û hemahingiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê hatin gotûbêjkirin.

 

Herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku, divê hemû pirsgirêk, jibo parastina seqamgîrî û aramiya navçeyê bi gotûbêjan werein çareserkirin.

 

Mesrûr Barzanî tekez kir ku, divê hemû hesasiyet û xalên hestiyar berbiçav werin girtin û werin çareserkirin, iber heger ev hêzên beşdar di şerê Mûsilê de neyên kontirol kirin, dibe ku şerekî taifî mezin derkeve holê.

 

Ji aliyê xwe ve Marko Karnêlos behsa rola hêzên Pêşmerge kir û tekez kir ku, welatê wî dê berdewam be li ser alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge.

 

Di dawiya hevdîtinê de, balyozê Îtalya diyariyek simbolîk pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û tekezî li ser bihêzbûna pêwendiyên herdu aliyan kir. Bas