Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro serê sibê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand, hevşaredarê Mêrdînê Ehmed Turk û şaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ji aliyê Wezreta Navxwe ve ji kar hatine dûrxistin.
Parêzgerê Mêrdînê Mustafa Yaman ji bo Şaredariya Mêrdînê, Cigîrê Parêzgerê Sêrtê Ceyhun Dilşad jî ji bo Şaredariya Sêrtê wekî qeyûm hatine danîn.
Hevserokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan duh piştî dadgehkirinê hatibû girtin.
Ehmed Turk di hilbijartina 30 Adara 2014an li ser lîsta Partiya Herêmên Dermokratîk (DBP) wek Hevşaredarê Mêrdînê hatibû hilbijartin.
Ehmed Turk kî ye?
- 2 Tîrmeha 1942an li Dêrikê ya Parêzgarê Mêrdînê jidayik bûye.
- 17 Tebaxê 2005 heta 3 Tîrmeha 2007an Serokê Partiya Komela Demokratîk bûye.
- 6 xulan (1973, 1977, 1987, 1991,2007, 2011) Parlementer bû.
- 1973 – 1974 Endamê Partiya Demokrat bû.
- 1974 – 1980 Endamê Partiya Komarî a Gel (CHP) bû
- 1987 – 1994 Endamê Partiya Sosyal a Demokratîk bû.
- 2005 – 2009 Endamê Partiya Komela Demokratîk (DTP) bû.