Serrûpel Nûçe Federaliya Rojavayê Kurdistanê

Federaliya Rojavayê Kurdistanê

Belav bike

 

Bi destpêka şoreş – kirîza Sûriyê re di Adara sala 2011an de, miletê kurd jî li Rojavayê Kurdistanê wekî tevahiya pêkhateên Sûriyê, bi hêviya ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî di welatekî demoqrat de dakete kolanan û daxwaza guhertinê û mafên xwe kir, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê, gelek Hevrêz û Tevgerên Ciwanan û saziyên civaka sivîl derketin holê, û hemûyan digotin em ji bo bidestxistina mafên xwe kar dikin, çiqwasî nêrîn û daxwazên wan ji hev cuda bûn jî, lê li dawiyê hemûyan sîstema Fedralî ji bo Rojavayê Kurdistanê baş dîtin, û li gorî cemawerê aliyê siyasî, beşek ji milet bi daxwaza fedraliya li ser bingeha nasnameya netewî bawerbû, û beşek jî li gel fedraliya ku di naveroka xwe de li ser bingeha biratiya gelan û demoqratiyê bû.    

 

Piştî derbasbûna zêdetirî 5 salan di ser şoreş – kirîza Sûriyê û gelek guhertinan re, Encûmena Sûriya Demoqratîk ku hêza sereke tê de Tev Deme ku berê jî bi navê Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê kar dikir, Fedraliya Rojava – Bakurê Sûriyê di 17ê Adara sala 2016an de li Rimêlana Cizîra Rojavayê Kurdistanê ragihand, tevî ku tiştekekî bi navê netewa kurd tê de tune ye jî, ango ne navê Kurd û ne jî Kurdistan tê de nehatiye bibîranîn, lê ew proje ne ji aliyê oposizyon û ne jî hikûmeta Sûriyê ve, û ne jî ji aliyê welatên cîran ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re ne hate pejirandin, bi taybetî ji aliyê Turkiyê ve, û kar ji aliyê gelek aliyên navxwe yên Sûriyê û herêmî û navdewletî ve ji bo rêgirtin li ber wê projeyê hate kirin.

 

Bi mebesta cîbicîkrina projeya Fedraliyê li Rojavayê Kurdistanê û tevî nerazîbûna aliyên peywendîdar bi Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Sûriya Demoqratîk di warê pratîkê de ji bo projeya xwe ya bi navê Fedraliya Rojava – Bakurê Sûriyê dest bi kar kir, û xwest di destpêkê de Kobanî û Efrînê bighîne hev, û hêzên xwe yên leşgerî yên bi navê Hêzên Sûriya Demoqratîk bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ber bi herêma Munbic ve şandin, ta ku di roja 12ê meha Tebaxê de navedna bajarê Munbic kontrol kirin, û di pişt re Encûmena Leşgerî ya Herêma Babê û Cerablusê jî ragihandin, lê destêwerdana Turkiyê, pêşketinên Hêzên Sûriya Demoqratî ber bi Efrînê ve rawestandin.

 

Ji aliyekî ve, oposizyonê û hikûmeta Sûriyê û hikûmeta Turkiyê eşkere helwesta xwe li dijî wê projeya Fedraliyê ragihandin, û li dijî wê peywendî bi herdu hêzên sereke Emerîka û Rûsiya ku di kirîza Sûriyê de xwedî rolin re kirin, û di encamê de gihiştin merama xwe ku bikaribin wê projeyê rawestînin û bi rastî jî rawestandin, û diyar bû ku ji bo Emerîka û Rûsiya, Turkiya ji Hêzên Sûriya Demoqratîk girîngtire, ji ber wê yekê rê dan Turkiyê ku derbasî Sûriyê bibe û rê li ber projeya Fedraliya Rojava – Bakurê Sûriyê bigre.

 

Ji aliyekî din ve, ji dema destpêkirina operesyona kontrolkirina Munbic ve û bi berdewamî heta dawiya wê jî, beşekî ji kurdên Rojavayê Kurdistanê ne razîbûna xwe li ser şehîdbûna bi sedan keç û xortên kurdan li herêma Munbic nîşan didan, bê ku di ber çavên xwe re derbas bikin, ku riya bi hev de girêdana Rojavayê Kurdistanê, ango vekirina riya di navbera herdu herêmên kurdî an kantonên Rojavayê Kurdistanê de, di ser Munbic û Cerablus û Bab û Ezazê re derbas dibe.

 

Bi kontrolkirina navenda bajarê Munbic re, Turkiyê rasterasrt operesyona Mertala Ferat ragihand û bi lez derbasî Cerablusê bû û ew control kir, û ji aliyekî ve bi behaneya ku YPGê serkêşiya Hêzên Sûriya Demoqratîk dike, rê li ber wê hêzê girt, û ji aliyekî din ve ji bo ku ji Sûriyê neyê qutkirin û bê par ji kirîza Sûriyê dernekeve, û ana jî nêzîkî li navenda bajarê Babê kiriye, û berdewam daxwazê ji Emerîka dike ku YPGê ji Munbic jî derkeve, û bi wê destêwerdanê, bi rastî Turkiyê karîbû rê li ber projeya Fedraliya Rojava – Bakurê Sûriyê bigre.

 

Piştî van guhertin û bûyeran pirsa giring ewe, ku çarenûsa projeya Fedraliya Rojava – Bakurê Sûriyê çiye? Ew proje bi dawî hat an jî wê çareyek ji destêwerdana Turkiyê di Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re were dîtin? Tevî ku pir zehmet xuya dibe, ji ber ku Turkiyê dibîne ku di warê leşgerî de YPGê serkêşiya Hêzên Sûriya Demoqratîk dike û PYDê jî xwediya projeya siyasî ya Fedraliya Rojava – Bakurê Sûriyê ye, û Turkiyê wan herduyan jî beşekî ji PKKê dibîne, loma hêvî di nermkirina helwesta Turkiyê de tuneye, bi taybetî jî piştî ku derbasî nav xaka Sûriyê bû.

 

Herweha ji bo projeya Fedraliya Rojavayê Kurdistanê, ti hêviyên mezin di beşdarbûna Hêzên Sûriya Demoqratîk di operesyona kontrolkirina Reqayê de jî xuya nikin, ji bilî nav û deng, raste wekî prensîp miletê kurd ne li dijî beşdarbûna kurdan di şerê li dijî terorê de ye, lê beşdarbûna di wî şerî de Kobanî û Efrînê naghîne hev, loma divê çareyek ji bo fişarekê li ser Turkiyê an jî razîkirina wê were dîtin, di yekemîn gav de jî, divê hêzên siyasî û leşgerî yên kurd ku di projeya Fedraliya Rojava – Bakurê Sûriyê de ne, li mala xwe ya kurdî û kurdistanî vegerin, û bereyeke netewiye kurd ya nû û bi hêztir, di warên leşgerî û siyasî de ava bikin, wê demê, wê hemî hêzên herêmî û navdewletî jî li xwe vegerin û bi çavekî din û bi nerîneke nû li kurdên Rojavayê Kurdistanê binêrin, ger ku ew yek nebe jî, metirsiya wendakirina vê fersenda dîrokî li ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibe.

 

Tevî ku hin aliyên siyasî û beşek ji miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê ne li gel hêzên ku serkêşiya projeya Fedraliya Rojava – Bakurê Sûriyê ne jî, lê wekî prensîp hemî li gel avakirina statoyeke kurdî ne li Rojavayê Kurdistanê, ger ku projeya Fedraliyê di naveroka xwe de netewî be an jî wekî ya Encûmena Sûriya  Demoqratîk be, ji bo miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê wê destkefteke dîrokî be, ji ber ku sînorên welatan di her sal û demê de nayin guhertin û çê kirin, lê çare ji bo nakokiyên di navbera aliyên siyasî de di her demê de têne dîtin, serpêhatiya herî berçav jî, serpêhatiya Başûrê Kurdistanê ye, raste ew di qonaxa şerê birakujiyê re derbas bû, lê ana jî Başûrê Kurdistanê sînorên xwe dikêşîne û li ber dewlet bûnê ye.

 

Hewlêr: 21-11-2016