Serrûpel Dosya Dr. Ekrem Onen ji zimanê rûsî wergerand û amade kir (DOSYA)

Dr. Ekrem Onen ji zimanê rûsî wergerand û amade kir (DOSYA)

Belav bike

Dokument !

Dîroka Kurdan ya sedsalan li wîlayeta Helebê.
Di împaratorîya Osmanî de Kurdên wîlayeta Helebê di rapora konsulê Rûsyade.

Dokument, raporeke konsulê (Helebê) Viladîmîr Viladîmîrovîç Fon Sîmermane ku di 29 hezîrana 1913 de ji departementa MÎD (wezareta karê derve ) re şandîye. Viladîmîr Viladîmîrovîç Fon Sîmerman (1855-?) Di sala 1875-1879 Univeraîta Sankt Petersbûrgê beşê zimanê Rojhilat xwendîye.Bi zimanê Turkî baş zanî bû. Heta sala 1898 li Samsûnê (Turki) cîgirê Konsul bû, ji adara 1898 heta 1908 Konsulê Cidê (Suûdiya Erebî) bû. Ji 1909 de bû Konsulê Helebê.

Werger ji Rûsî : Dr.Ekrem Önen
(L.95) M.Î.D (Wezareta karê derve. E.Ö). Konsulosxana împaratorî Rûsya li Helebê 29 hezîranê 1913. No 92.
Ji bo departemena yekê a Wezareta karê derve (Meqbûza wergirtinê: 1D. 6 tebaxê 1913. No 1805)
Ez bi rûmet dixwazim departementa yekê agahdar bikim, ku di 30 nîsanê de ji bo No 48 ev tiştên li jêrin ji bo balyozê împaratorîya Rûsya li Konstantînopolê ragihand : Ji bo pêkanîna fermana serokatî (Excellncies) ya we a ku ji 17 qanûna pêşin ya îsal a No 316, ji bo min şerefe bi rêzdarî agahdarîyên li jêr di derbarê nufûsa Kurdan di nava sînorê wîlayeta Helebê (her weha Sancaka Urfa ku di van demên nêzîk de wek idarak bi serê xwe hatîye qebûl kirin), hejmara wan, karê dikin, zimanê pê di peyivin uhw. ku min karîbû berhev bikira pêşkêşî we bikim.
Dereng ketina van agahdarî ya heta nuha sebebê ewe ku bi tevayî li Turkî bî destxistina hinek agahdarîyên weha cidî ku layikî (L95ob) mirov pê bawer be gelek zehmete.
Bawerîya bî agahîyên vî rengî, agahîyên ku tên xwestin, belkî mîrov bikaribe jî wîlayeta bi dest bixe. agahiyên resmî tevî hemû tîştan ,jî, tîştên mirov dixwaze ne jî sedî sed rast be jî, pir nadir mirov dikare bî dest xi.
Li vir dimîne çûna şexsî nav herêmên cuda, ew jî gelek wext digre her weha ev jî pir nadire ji bo konsulekî, bi teybet dema zextek (kontrolek) mezin li ser ne çûna wîya kar heye, her weha di pirsa berhevkirina agahî di derbarê Kurdan de. Agahîyên weha jî navenda îdarî a wîlayeta bi tevayî nayê bi dest xistin
Li vir bal nekişandine ser agahîyan, belavbuna (nufûs) lî Nehîyê cuda de.
Almanak (salname) a wîlayeta Helebê (min ji bo muqayesa bî xebat û agahîyên me di derbarê wilayeta Helebê bi dest xistine û a salnama 1324 hîcrî )bi kar anîye. Salname hev agahîyên tevayî dide, li vir agahîyên derbarê milletan de nade , bes derbarê olî (dînî) de dide. Her weha jê alîyê lîteratûra zanistî çi ji rojhilat çi ji rojava ne dewlemende, hewqasî (L.96) jî alî min de tê zanîn.
Em werîn ser arşîva ÎMP a konslosxaneyê, karmendên berya min karkirine kêm baldarî danîne ser vê pirsê (Kurda. E.Ö), tenê yek tişt dî derbarê Kurdan de di raporên xwede diyar kirine ew jî hew behsa çawa Kurd li talalana dixin dikin. .Agahdarîyê dîn pir kêmin bes tîştên jî bo pê rapora xwe kamil bîke nivîsandine. Di arşîva konslosxanê de min ev raporê bi vê naverokê ku ji bo ÎMP balyozxanê dîtin:
– Ji 25 tebaxe 1888, No 90
– Ji 10 Îlonê û 8 çile heman salê No 103, 112
– Ji 25 hezîranê, 3 temuzê, 20 tebaxê û 8 çile sala 1899, No 62, 71, 81 û 94
– Ji 8 û 16 gulanê, 3 temûzê, 3 tebaxê, 20 çile û 13 qasimê
sala 1901, No 43, 46, 64, 76, 91 û 105.
– Ji 22 ocakê û 1 çile sala 1902, No 8 û 105, û 4 sibatê sala 1908, No 14.
Min ev raporana di derbarê Îbrahîm Paşa de rêkirine : Ji 24 Hezîranê, 17 Temûzê û 25 Îlonê sala 1908 No 115, 127 û 160.
Di nava hemû karên li vir hatîne kîrîn, teqrîben pirsa Kurdan bala kesî ne kişandîye, ku min bi kêmayî dî derbare hinek tiştan de agahdar bike. ku mirov di derbarê vê pirsê de pê bawer be . Ji ber wê ji bo min gelek zehmet bû di derbarê vê pirsê de (L. 96 ob)
Ji bo bi destxistina agahîyên pêwîstin, heger navê yek ji xelkê herêmê Şêx Kamilê Gûzzî ( dikare Hûzzî be ji, ji ber di Rûsî de car caran dema nav tên wergerandin herfa H û G jî tê bi karanîn . wek mînak Hesret dîbe Gasret. E.Ö) ne dabana min wê zehmet ba. Ew kes li tevaya wîlayeta Helebê gerya ye û agahdarîyen cuda berhev kîrîye û bi izah nivîsîye. pir heyf hîn ne hatîye çapkirin. Min serî li wî da û bi alîkariya wî ya ji dil, bi hevre min ji xebata wî ev tablîtsa ku nufûsa Kurdan a wîlayeta Helebê, herêmên ku kurd daîmî rudinin û ne daîmî (koçer E.Ö) çêkir. Û bi rumetek mezin pêşkêşî we Excellncies) dikim. Ev agahdarî min bi şert û soz daye Şêx Kamill Gûzzî ku heta ew xebata xwe çap neke ev agahî bi tu awayî ewê ne çapkirin û nê belav kirin. Bi vêya re dîxwazim ragihînim ku rastiya van agahîyan dikare ji 100 % li hev nê. wek hun dibînin min di tablîtsa de hinek navên gunda (bi qelemê ji gotinê nivîsîye) û min muqayesa wan bi almanaka Turkan re kirîye ku betirê caran ne li heve, cihê bi almanaka Turkan re li heve min di tablitsê de diyar kirîye. Ji xwe dema karekî bi serê xwe mirov bike û bê ku Jêderek hebe, wê muqayese wê bi salnama Turkî re bibe. Lê em dikarin bêjin heta nuha yekemîn xebat û ji jêderên din serbixwe (L97) dî ve pirsê de hatine bi destxistin. Hinek jêderên ku min ji bo temamîya kar di hinek ji wan 16 raporê ku min şandine bi kar anîye, ji van xebatên jêrîn ku di pirtûkxana min a şexsî de heye :
-Gartsonî Гарцони (Grammatica et Vocabularie
(Rastî правильно: e vocabulario. – Г. К.) della lingua Kurda
composti dal P. Maurizio Garzoni, Roma 1787)
– Gramatîka zimanê Kurdî adverbsa Suleymanîyê
грамматика Сулейманийского наречия курдского языка
Хадзко (Chadzko. Etudes philologiques de
la langue Kurde – dialecte de Souleïmanié. Journal Asiatique –
extrait No. 4, 1857)17
– Ferhenga Kurdî Fransî a konsulê me yê berê yê Erzrûmê Jaba
a ku Yustî yê Fransî weşandîye.
курдско-французский словарь бывшего консула нашего в
Эрзеруме Жабы, опубликованный
французом Юсти (Dictionnaire Kurde-Français par Mr.
Auguste Jaba, publié par ordre de l’Académie
Impériale de Sciences par Mr. Ferdinand Justi, St.
Pétersbourg, 1879 [463 р.])
-Her weha çîrokên Kurdî yên wî и курдские рассказы его же
Recueil de notices et de récits Kourdes par Mr.Alexandre (?) Jaba, (Л. 97об.) St. Pétersbourg, 1879).
Ez bêm ser agahîyên ku ev rapor ji wan hatîye amade kirin bi rûmet pêşkêşî we Excellncies) bikim. Li gor Gartsonî di pirtûka xwede ya li jor tê behs kirin bavê wî 18 sala li Mezopotamya jîya ye û dinivîse ku di qirnê 18 de gelek mîrîtîyê Kurdan hebûn û Kurdîstan tereîorîyûmek gelek fireh bû bi dirêjayî rêya (meşa) 25 roja û bi frehî rêya(meşa) 10 roja bû.
Li gor gotinê wî 5 mirektîyê Kurdan naskiri hebûn bi teybet mirê Bitlîsê, Çolemêrgê, Cizîrê-herweha jêre tê gotin mîrê Botan, mîrê Amedîyê, mîrê Qereçolan an biawayê Transkrîptse Qara-Çûvar-lan, Bi Kurdî tê meena çar kelayên reş.
Bi ihtimaleke xurt mîrektî û xanedanê din jî hebûne ku bavê Gartsonî behs ne kirîye. Ji Helebê – qoziya rojavayê ku Kurd lê bi cine bi dirêjaya rêya 25 rojan li alîyê din di sedsala dawîde xanedanîya Alamperts (L98) bi navendiya bajarê sereke Beyazîd hebûye a Gartsonî behs nake, serwerîya wê ji alîyê Turkan de ji ortê hate rakirin. Pişti çarîka duda a qirnê XIX bi ketina Beyalûl paşa mirektîyên Kurda ku bavê Gartsonî behs dike ev mîrektîne. Wek mînak Kurdê qere-Çuvar-lan ku bi Kurdî di peyivîn jo xwere gotin Soran, yen bi Turkî di peyivin Baban, Kurdê Amedîyê Bahdînan, Kurdê Colemêrgê Şambo, Kurdê Cezîrê Bota a Kurdê Bitlîsê Bîtlîsi. li gor şahadetîya bavê Gartsonî Hinek ji van Mîra koka xwe digîhandin Xelîfê Bexdayê wek mirê Amedîyê û Mîrê Çolemêrgê.
Hemû ev navana di xeriteyen serdema me de hene.
Li gor xerita li divara a Kiperta, Hekarî hinekî li başûre Koçonesa li cem dêra Mar Şemûn dikeve. Amedîye li bakurê Musilê hineki li rojhilat 41 derecê dirêjaye bi 37 derecê firehî li bakur dikeve. Hinekî li başûr bi herfên (L. 98 ob) mezin nivisandine, Bahdînan, Amedîyê bajarê Selhadînê Meşhûre (Selhadînê Eyûbî) torinê mîrê Amedîyê Îmadedînê zengî ye. Kurdê Qere çûvar lanê ,Kurdê Suleymanîya serdema mede ku di nava wilayeta Bexdayê deye. Navên din bi Cizîr û Bîtlîse tên nas kirin ne hewceyî îzahê ye. Bi îhtimalek xurt ev agahî ne hemû Kurdên serdema me zanin.ji ber nuha di nav xwede wek eşîr û malbatên biçûk ji hev belav bûne û gelek caran nazanin ji kijan kokê tên. Hemû Kurdên wîlayeta Helebê ji Kurdên Mezopotamyane û wek yên paşê bi heman diyalekta asasî di peyivin. Tevî her tiştî ji hev fam dikin dervî hinekê ji eşîra Berazya ku bi cîh nebûne.
Teqrîben hemû eşîrê hatine dora Helebê tev bi cîh bûne. Gelek eşîr li cihê bi cîh bûne navên xwe li gelek Nehîya kirine. Di tablitsa ku min pêşneyar kirîye paragrafa not de,min hejmara gunda, mala, nufûsa wan, jin û mêr li her Nahîyekê, her weha karê dikin û bawerya olî û hwd (L 99). Gundê Kurdan yên li wîlayeta Helebê 1046 gunde, nufûsa wan dike dor 123.959 bi jin û mêra. Heger em vê reqemê li ser asasê ku salnama Turka ku nufûsa wîlayeta Helebê dane rêdan ku 903.269 bi jin û mêra, wê demê nufûsa Kurda 13,5%. Û li ser vî asasî di salnamêde nufûsa misilmana 759.040 bi jin û mêran, wê demê di nava Mihemedîyan de nufûsa Kurda dike 16.05% ji nufusa tevaya wîlayetê. Lê di rastîyê de ev reqem gelek di binya rastîyê deye, ji ber ne mumkune mirov bi karibe hinekî weke Kurdan ku herdem di tevgerêdene û heta yên bicîh bijmêre. Wek Şêx Kamil dide rêdan, dibêje ev reqem ji 50% di binya rastîyê deye û lazime heta nêvî zêde bibe.
Di 17 qanûna îsal bi No 361, ji alîyê balyozxana împaratorîyê jêderek ji pirtûka Lerx a bi navê “lêkolîn li ser Kurdên Îranê” hatibû şandin. Ez bi rûmet dixazim pêşkêşî we Excellncies) bikim, ( L 99 ob). Ew eşîrê ku têde hatine nav kirin ji alîyê min de lêkolîn li ser hatin kirin. Her weha lêkolîn li ser eşîrê ku di jêderêde nehatine navkrin ku dikevin sînorê wîlayete Helebê jî hatin kirin. Kurdên Serkanlî, Selîfanli û Oxianli li vir nîne. Ewana lazime bikevin ser wîlayete Diyarbekir a ku Mêrdîn pêve girêdayîye. Eşîra Şeyxanlî, li gor agahdarîyê li vir gihane min, ew perçak ji eşîra Barazane. Hinek ji wan bi Kurdên dinre li sancaka Urfane, hinek ji wan li nehîya Şeyler qeza Kilise a ku sancaka Helebêye dijîn. Eşîra Torin (kuTorin bi kurdî ji serokê eşîrê re tê gotin an yê idare dike) û Mûrsî li vir tunene.
Eşîra Barazî li vir dabeşî 8 kola dibin: Şedadî, Zervanlî, Ketkiyalî, Danayi, Alayedinli, Bîdjanli, Şeyxali û Xaltanlî. Ew bêhtir li qeza Surûcê a sancaka Ûrfa di rûnin her weha li Nehîyê qeza Surûcê Evi Axaç, Tekyûlû, Kaba Haydar, her weha li Nehîya Şêxler a qeza Kilisê a Sancaka Helbê rudinin. Bê Nehîya dawî ew li 376 gunda belav bûne unufusa wan dor 27.674 bi jin û mera ve, heger em nehîya Şêxler ji bidin ser ,wê bibe 426 gund û nufûsa wan dighê 31.502 bi jin û mêra ve. Kurdên ku li qeza Surûcê dijîn dî nava Alayê Hemîdîyê debûn û lî talanê xelkê dîxîstîn evêya jî gazînê Konslosa ve dîhate dîyar kirin. Hinek ji nişte cîyên Barazîya di nava eşîra Bazikya lî Nehîya Reşî a qeza Rûmkale ku bi sancaka Ûrfa ve girêdayî ye dijîyan. Eşîra Şikakîya heye her çuqas wek ku li gor Lerx û Jaba ( Recueil de notices et de recits Kourdes) wek Kurd hatine diyar kirin jî ( diyare ne raste ji ber mirovê vê eşîrê dervî Turkî bi Kurdî jî dipeyivin) Li gor gotinê Şêx Kamil Turkmenin ne Kurdin. Hinek ji vê eşîrê ku di nava wîlayeta Helebê de dijîn, li gor salnamê her weha lî Nehîya bi navê eşîrê ( şekak nahîyesî) a qeza kilîsê ku bi Sancaka Helebê ve girêdayî ye dijîn, Ku ji 34 gundan pêk tê.
Eşîra Hesenanlî, Çemkiyanlî, Bameryanlî, Kûmenekêş û Cemaledînlî lî gor xerîtê li bakurê Heranê dijîn, dikeve başûrê Ûrfa. Dervî wan 5 eşîrê li jor min behs kir. Di lîstê de 2 eşîrê dîn ku li başûrê Ûrfane eşîra Şêxanlî û Torûnin. Li ser Eşîra Şeyxanlî li jor min behs kiribu, eşîrê din me nikarî bû bidîta. Ji xwe mirov nakare fam bike çawa ewkas eşîr di navçek weha bi cûk de bi cîh bûne. Heger mirov bihesibîne ji merkeza Harane Akçakale heta Ûrfa yê ne zêdeyî 12 seeta rêye (meş) li gor wilayeta Helebê her weha bi şahdetîya Şêx Kamil Heran ji 3 Nehîya pêk tê. Heran bi xwe 200 gundin, Kara mûk 40 gundin û Turkmen- Celadî 8 gundin, lî vir bêhtir Erebin lê her weha hinek ji xelkê mintîqê bi Kurdî jî di peyivin. Mirovê ji eşîra Kilicli li gor salnamê bi eşîra Atmalî û Sînîmînlî re bi hevre dijîn li nehîya bi navê qeza Pazarcik a sancaka Maraşê. Di tablîtsê û salnamê de ev herdu nahîye bi navên cuda hatine nivîsandin. Di tablitsê de ya pêşin bi navê Agercalar otût-axa Atmalî, a duda Beyçe Asmanlî, di salnamê de ya pêşin bi navê Bor axa-atmalos a duda bi navê eşîra Sînîmînlî ye. Kurdê ji eşîra Atmalî her weha li nehiya Çoradciklî a heman qezayê jî dijîn, her weha eşîra Sînîmanlî li Nehîya Etraf Bazarcik û Gîensûn heman qezaya Sancaka maraşê ye. ( Sînîmanlî 45 gundin nufûsa wan 9 244 jin û mêrin, Attalî 29 gundin û nufêsa wan 5 884 jin û mer) Eşîra Barak ne Kurdin Turkmenin, dervî Turki bi Kurdî jî di peyivin (L.101). Dervî wan li vir Şikakî hene her weha eşîra Kara Husyînî ewê ku Turkmenin bi Kurdî di peyivin, Eşîra Barak û Kara Huseyînî lî Cebelel Şêx dijîn. Eşîra Kara Bazilkî ku dabeşî du eşîra bûne Suleymanlî û Tûsyanlî lî nehîya Bazikî an Bezikî û nehîya Reşî a li qeza Rûm kale a Sancaka Ûrfaye ye. Tevaya wan 91 gunde û nufûsa wan dor 12 082 bi jin ê mêra, di vê nufusê de hinek Barazî jî hene. Eşîra Kizik bi Bazikîya re li nahîya Kizik û Xezek a qeza Intabê dijîn. Heger tu her du nehîya bihesibîne 43 gundin û nufûsa wan dor 8 245 bi jin û mêrean. Eşîra Mûsa deklî li Nehîya bi heman navî a qeza Kilîsê dijîn 67 gundê wane û nufûsa wan 5 571, bi jin û meran ve. Eşîra Okca Îzînlî ku navê rast (okca Izzedînî) û berek wan Pencane li Nehîya pêşin Akca Izeddîn a qeza kilîsê û ya duda li Nehîya navendî a heman qezayê rudinin. Tevaya wan bi Pencanê re 40 gund û nufûsa wan 6371 kesin bi jin û mêran ve. Eşîra Cûm bi heman navî Nehîyê a qeza kilisê dijîn.
Eşîra Kurd Çûm Mehemedîne li gor tiştê li vir diyare di nav wande yêzîdî nînin. Temama wan 50 gundin (L 101 ob) û nufûsa wan 3918 kes bi jin û mêran ve. Eşîra Birizlî li vir tuneye. Latikîyê ne grêdayî wîlayeta Helebê ye. Li bajarê Cebel el Ekrad rastî Kurd dijîn. Li Helebê mihelê Kurda nînin, bes di nava mihela xiristyana û Mihemedîyan de malên wan hene. Ji Niştecîyên eslî bes malek Kurd bi navê Mama heye, ew jî karê Faîzê dikin. Eşîra Ûracik û Sînamerlî tevlî hevin û li sancaka Maraşê li Nehîyê Nadirlî, Hartaleb, Camûstil, yenîce kale û Şeker dijîn. Herdu kezayê Maraşe li Nehîya Koç abadê- qeza Elbîstan, nehîya navendî a qeza zeytûn û li nehîya Merceman- qeza Rûm kale. Nufûsa herdu eşîra (bi kurdên nehîya Koç abad) 144 gundin nufusa wan 22 414 bi jin û mêran ve. Dervî eşîrê ku di lîstê de hebûn, van eşîrên Kurda jî li vir hene. (L 102) eşîra Şîravî li qeza cebel samana sancaka Helebê. Ew bi xwe Êzîdîne, nepirin 8 gundê wane nufusa wan 315 kesin bi jin û mêran ve. Li nehîya Îlbeklî a qeza Babê ji ji vê eşîrê hene û 54 gundê wane û nufûsa wan 2154 kesin bi jin û mêran. Wek diyare nufusa wan lazime ji ya di tablîtsêde heye zêdetir be.
Li qeza Beylan 17 gundê Kurdê eşîra Samanli, Kurdên ji hemaneşîrê li Nehîya Kara Murt a qeza Antioxis dijin tevaya wan 32 gundin nufusa wan 3778 kesin bi jin û mêra. Eşîra Elî şêr li nehîya Kara mûrt, Alîşêr, Beytimurli, fernîs û Çigîlyancerîdî a qeza Zeytûn û li her du qezayê Pazarcikê Kuşarci û Cerîdî oymac ku bi Sancaka Maraşê ve girêdayîne. Tevaya wan 31 gunde û nufûsa wan 9512 kesin bi jin û mêran ve. Eşîrê ku di listê de hebû û me peyda nekirin ,bi îhtimalek xurt ji demê berê de Koçerbûn nu ber bi Rojava çune û li wir di nava eşîrên xurt yên wîlayetê cirande dijin. Ji wan (102.ob) du eşîrê nêzî wilayeta Helebê Milla û Kara kiç ku herdem dujminatî di navbera wan de hebûye li alîyê wîyalî Ferêt dijîn. Navenda eşîra Milla wêranşehîre û bi wîlayeta Diyarbekir ve grêdayî ye. Serokatîya eşîra Milla kurê Îbrahîm paşa yê meşhûr Îsmeîl Beg dike,serokatîya eşîra Kara kiç Xelîl Beg oxlu dike,navê wî tam nizanim. Ji Kurdên din ku nêzîkî wîlayeta Helebê ne dikarim qala Kurdê li qeza Agca dax (navê din Arka) ku li sancaka Malatya ku bi wilayeta Xarpûtê ve grêdayîye. çîyayê vê qezayê ji Rojava de dighê ser qeza Elbîstanê a sancaka Maraşê. Kurdê Akça daxê-Kizil başî ne ( ji vêya ez fam dikim kizil başê rastî ne Elewîne) lê Elewî jî li vir hene ew ji kîjan eşîrêne min fam nekir. Lî vîr ez dîxwazîm bî rîzamendiya we Excellncies) hînekî ji naveroka rapore bi dur kevîm ku bala we bîkşînim ne bes navên cîh û warên wîlayeta Helebê. Qeza Elbîstanê dîkeve ser rîya herî nêzîk a navbera Sîvas û gelîyê Aleksanderîyê (L103 ) berdewamîya rê de ev navçe dîkvîn ser rê: Axca dags, Narhan, Elbîstan, Bazarcik Ovasî, Îslahîye ovasi, Maraş, ji Maraşê diçe Gavûr dax ê Aleksanderîtû an Yomurtalîk an jî Zeytûn û Hadjîn her weha Sîs a ku bi rêya 2 rojan jî dort yolê dure. Dîkare jî bo me rojekê biqewime lazim bibe ku xwe bîghînin kendava Aleksanderiyê di rêya kin a di ser Sîwasê de.
Dikarin lî broşura bi Înglîzî a ku ezê bî raporê re rêkim ku di sala 1912 de di bin nave “Some aspects of the Italian-Turkish situation by Cam”. Ev ne navewîyê raste ev kesekî Anglo Amerîkanîye bi nave Çharles Arthur Myra ye ku berya 7-8 salan bi komîsyonekê jî hemwelatîyên xwe sardana Heleb, Musîl û Bexdadê kîr. Hatibû Hespa bikire ji bo ku li Amerîka hespê Erebî bi esil zêde bike û bifroşe. Ez vegerim ser karê asas Rapora Kurdan ez xwe bextewar dibînim pêşkêşî we Excellncies) bikim. (L103 ob) Lî ser ku koka Kurdan û zimanê wan, Ez heta nuha lê rast nehatim bi awayekî zanistî pirsa Kurd, kine, zîmanê wan û koka wan ji ku tê . Xelkê kevnare yên vê herêmêne wek Xodzko dîbêje an paşê hatîne (104 ob) Li gor alim dibên her çukas kurd bi gelek lehça dipeyivin lê miletên Asya biçûke bi tevayî bi du lehçê asasî dipeyivin. Ev wek berya nuha min behs kir Lehça suleymanîyê û lehça asayî an Kurmancî . (Dîpnot: Literatûrek Kurdan pir zêde nîne.
Di çîrokên kurdî yê Jaba de navê 8 şairê wan heye teva bi kurmancî nivîsîye, her weha ewê Xodzko jî behs dike Şêx Ehmedî (Dabîn) nivîskarê gelek şîîr û poema erotîk a ‘’Mem û Zîne.’’ Nivîsîye, Dişibe çîrokî erotîk wek Leyla û Mecnûn, Ferhad û Şêrîn, Emîn Xerîb, Aşik Kerem,Şax Îsmaîl û Hwd. Ev herdu lehçe ew kas naşibin hev ku dema Kurdek bi kurmancî di peyive Kurdekî Suleymanîyê jê fam nake û bilekis. Kurdên wilayeta Helebê bi tevayî ligor lêkolîn û tecruba min bi Kurdîya asayî (Kurmancî )di peyivin. Ji bo vêya bi cîh bikim, min hinek Kurd ji eşîra Cûm deewet kir yek ji wan zana bû, min ji wi rica kir ji çîrokê Jaba hinekî ji wan re bixwîne, hat diyar kirin ku bê problem teva fam kir, bes gotin şiwe ne tevayî wek a meye gotin di çîrokê Jaba de teesîra zimanê Farisî heye. Ev pir maqûle wehabe, karmendê Jaba Kurd bû (L 105) melle Mehmûd efendî bû li Beyazîdê hatîye dunyê ku se çarik seet ji sînorê Îranê dure, her weha li Tebrîzê xwendîye.
Her weha paşê jî min gelek pirsî û ji gelek mirovên cuda min fam kir ku li vê derê tev bi Kurmancî dipeyivin her çuqas devokê cuda hebin jî ne ewqase ku bîbe sebeb ku kurd ji hev fam nekin. Li gor agahîyên min yên bi Kurmancî di peyivin kurdên Alaşkertê, Erzirûmê, Bîtlîsê, Wanê (Hekarî) Xarpûtê, Diyarbekir û Musilê ye. lî du wîlayeten dawî Kurdên ‘’Zaza’’ ku lê dijîn, bi peyv, ifade û bi gotinên xwe cudaye ji yên din. Her çuqas hinek zehmetî hebe jî Kurdên li jor min behs kir (Kurmanc. E.Ö) û vana ji hev fam dikin. Ya jî bo lehçê din zehmete ku nayê fam kirin , lehça Amedîyê ye a ku Kurden Bahdinan û hinek Kurdên Suleymaniyê jî pe di peyivin. Bi tevayî em dikarin bêjin pirtûka Jaba bi zimaneki Têr û zindî ne hatîye nîvîsandin û gelek Farisî têde heye. (L 105 ob) Em werin ser têkilîyên Kurda bi yên din re bi teybetî bi milletê xristîyan re, li vir a rast ewe ku divê mirov li hinek karekterê wan ku gelekî bi miletê dinre ku nîv wehşîne dişibin hev hene wek meyla wana li ser talana xistin, dizi kirin , di çavê wan de qimetek biçuk a jiyana mirovan heye, Kîndar û Heyf hilanînin -Teesîra Mihemedizmê li ser mejî û ehleqê wan her weha teesîra Ereb û Turkan li ser wan heye (Turk her gavê dixwazin miletê mihemedi yên din berdi ser serê miletê din bi teybet xirisyanan ji bo xwe wek mirovhez bidin rêdan û hemu guneha têxin hustê yên din). Lê awantajek Kurda heye bê şik ew milletekî ji irqê Arî ye û derfet li cem wan heye ku pir rehet kultura ewrûpi hezim bikin, evêya em nikarin ji bo Turka bêjin. Tekilîyê wan (Kurda E.Ö) bi xirisyanan re her çuqas hinek gazin hebin jî lê ne wek Turka Tujin li hember xrisyanan. Dema Êrîşê dibin ser Gundên xrîstyanan armanca wan Talane her weha bi vî awayî ku zanibe wê çavê wan lê bibire li talane (L106) musilmana jî dixin.
Fanatîzma dînî em dikarin bêjin li cem wan jî xurte ( buyerê weha bun ku êrîşî gundê xrisyanan kirin ) tevî wê jî ne wek fanatîzma lî cem Turka hişke ku li pêşya hemu milletê musilman xistine, ne wek Turka zalimin, lê rastî ji bo Kurda jî xwîn rijandin tişteki ne pir zehmete wek ku çawa ji bo milletê din niv wehşî. Kurd dikare ji bo talan an heyfê bikuje. Turk dema dike bî êş ,azar û îşkence ji pê dike û ji vêya zewk distîne. Ez li wir ne ku Kurda diparêzim , lê her tişt relatîve (nisbeten), di kirinê Kurdan de teesîra Musilmantîyê û rewşa wana têde ye heye, lê di ya Turkan de tişta ji minre diyare ev karekterekî wan yê teybete ku teybetîyeke xwina Moxoliya ye. Dema Kurd bi cîh dibe bi yek ser bi awayekî baş tê guhertîn heman demê de nerînê wi û eleqedariya wî (L 106 ob) bi der dorê vî re a ku ew wê di nav de bijî tê guhertin, Lê ku ne mehmedi be. Wek mînak berpirsê hêzê me yî ewlakariya hudûdê kafkasyayê her dem pesnê Yêzîdîya dane. Kizil-baş ji xiristyana hez dikin û ji musilmana nefret dikin, ewê ku zanibe wê ji wanre bimîne bi rehetî û bê rehm kuştinê dike û dihesibîne karekî baş kiriye. Heger Kizil-Baş nikaribe musilmana bi kuje, bi awayekî xerab nifira li nan u ava wan dike. Eşîrê Kurdan yên ku ji Xirisyanan hez dikin ji hene, ewê ku şopên dînê xiristyaniyê di nav wan de hene, wek kurdên Agca-Daxê. Berya nan lêxin pêşî li ser hevîr xaçekî çe dikin. Dema sunetkirinê (Kriv) rola wê li cem Kurdan jî wek li cem xrisyana rola kiryostnî atets (Godfather. E.Ö). Li gor adetê Kurda zerok dixin dawa yekî, bi teybet dive xiristyan be, şexsiyeta Krîv ewqas pîroze dî rêya yekî ji eşîrê dibe kirîve tevaya eşîrê û tevaya eşîrê amadeye xwe di ber wî de bide kuştin.
Xerîta ku cihê Kurdan li ser hatîye diyar kirin, di tablîtsa ku min şandîye Kurd lî ser asase Nehîya di wîlayeta Helebê de hatîye dabeşkirin. Wê baştirba ku min Kariba li ser xerîtê cihê Kurd lê dijîn reng kiriba. Pir heyf li vir xerîtê hudûdê nehiya diyar dike nine xeritê weha hîn çênebûne. Ji ber wê ji bo raporê ev min bi dest xist, min xwest ez pêşkeşi we Excellncies) bikim. Di xerîtê de esas cihê qeza û nehîyê wîlayeta Helebê ku eşîrê Kurda lê dijîn hatîye diyar kirin. Ew cihê ku nuqta sorin, li ser xerîtê berê hebun, lê navên ku min lê zêde kirine min bi rengê sor nivisiye. Qeza Cebel Samana ku li bakurê Helebê dikeve wek Heleb hatîye nîşandan. Li gor salnama Turka a wîlayeta Helebê Çemê Kûek ku li ser xerîtê hatîye diyar kirin teqrîben seranseri ber vê qezayê de diherike. Merkezê Nahîya min di du xerîtê Turkan de dît. Resmê wan ku ji alî min de ku min di raporek din de diyar kiriye ku girêdana wana a bi nehîyê din re çawaye min bi salnama Turkan re da ber hev û piştrast kir. Ez xwe bextewar dibînim li jêr Navên hemû Navend (Senter- E-Ö), Qeza û Nehîya ku bi ku ve girêdayîne pêşkeş bikim :Heleb (Qeza Cebel Saman); Çoban- Bey (Nahiya Îlbeklî); Kîllîs (nehîya merkezî Kîllîs); Kantara (L107 ob) (Nehîya Akca Îzzedîn); Mamlî (Nehîya Şêxler)Burc (Nehîya Cûm); Loxan (Nehîya Xezek)Î Uç Kîlîse(Nehîya Kizik); Beylan (Qeza Beylan); Kara Mûrt (Nehîye Karamûrt); Uç Kîlîse (Nehîya Evîm Axaç); Hecî Alî (Nehîya Tekyûrlû)Kada Haydar(Nehîye Kada Haydar); Sûrûç(Qeza Sêrêç); Aram (Nehîye Bazikî); Çardar (Nehîye Reşî); Kara-Kûyû(Nehîye Merzaman);Kûlaguzlû(NehîyeNadirlû); Ûksek (Yuksek E.Ö)-(Nehîye Camûstîl); Eni Beyan(Yenî Beyan.E.Ö) (Nehîye Xartaleb); Eni Beyan(Yenî Beyan.E.Ö), (Enîce (Yenice.E.Ö) kale); Çolyû (Nahîye Şeker-oba); Koçabad (Nehîye Koçabad); Zeytûn (Nehîya navendî Zeytûn); Kara Tût (Nehûye Kara Tût); Alîşêr (Nehîye Alîşêr); Bay Tîmûrlî (Nehîye Bay Tîmûrlî); Fernîs (Nehîye Fernîs); Çîgîlyan (Nehîye Çîgîlyan); Orî ( Nehîye Kûşçî Cerîdî); Agçalar (Nehîye Atmalî ( Etmalî.E.Ö); Alî beyşagli (Alî bey ûşaxi.E.Ö) (Nehîye Baçe-Atmanlî-Sînîminlî); Bagdîn Kebîr (Nehîye Etraf-Bazardîk); Yoksûn (Nehîye Yoksûn); Selmanlî (Nehiye Ûfaçikli) Û Kara Îsmaîl (Nehîye Mûsa -Beklî).
Konsul : V.V. Fon Sîmerman
29 Temuz 1913
Belgeyên bi raporê re
(L108-117 ) bi dokumentêre A.
Tablitsa Kurdên Nişte cih u yên demki a sancaka Ûrfa yê a wîlayeta Helebê. Ev Tablîtsa ji xebateke hîn nehatîye weşandin a niştecîkî helebê a Şêx Kamil Gûzzi ye. Bi dil xweşî bes bi şert pêşkêşî Konsulê Împaratorîyê kir, ji bo bi kar anîna van materyalana. lazima mafê wi yê nivîskariye ne ihlal kirin. Dive heta ew ne weşîne ev materyalana ji bo publîkê (raya giştî )ne belev kirin.heta ew ne weşîne, bes ji bo der dore teng kesên eleqedar be bi kar anîn.
(L. 109)kalona pêşin navê cihan bi transkrîptsa Turkî ji dawî a yekê li jêre wek mînak lîstak tene ji tablitsê ye
Li jêr li tablîtsa 1 binerin
Nîşanê Tablîtsê (L109) Qeza Cebel saman (Navê din Cebel leymûn) Ev Qeza di salnama Turkan de dabeşî nehîya nebûye. Merkeza wê ya îdarî muweqet nuha bajarê Helebêye. Li vê Qezaye li gor salname (Almanaxa) Hukûmetê a sala 1324 hîcrî 113 gundê wê heye û 25 060 nufûsa wêye bi jin û mêeran, ji vana bes 8 gund bi 74 malan ku nufûsa wan 315 kes bi jin û mêran ve Kurdê Yêzîdîne ji eşîra Şiravîne bi Kurdî û Erebî di peyivin (Bi Turkî nizanin) kare çandinîyê (Zîreet E.Ö) dikin
Li jêr li tablîtsa 2 binerin
Hemû Nufûsa din a vê qezayê- Mehemedîne. Qeza Bab -Nehîya Îlbekî. Li gor Şêx Kamil nufûsa vê nehîyê bi teveyî Kurdin bi navê heman eşîrê (Îlbekî.E.Ö). Li Tablîtsê li wir 57 gund 528 mal nufûsa wan 2152 kesin bi jin u mêran ve.Li gor salnama Turka li vê nehîyê 87 gundin. Tê wê wateyê 30 gund zêdene, li gor hesabê ku min di tablîtsê de kirin 24 mal dibe 119 mirov bi jin û mêran ve. Ew dibe 720 mal û nufûsa wan dibe 3570 kes bi jin u mêran ve. Ev Kurd tev Mehemedîne û niştecine (Avtahtonin.E.Ö) cotkarîyê dikin. Baş nehat fam kirin ev dikevin nava kîjan gruba Kurdan. Nehîya navendî a Qeza Killîsê. Ev nehîye nufûsa wê tev li heve Kurd li mintqê çîya dijîn. Turk û Ereb li jêr dijîn. Min nakarîbû baş fam bikira ka çuqasin. Di salnamê de min nerî di wir de jî nufûsa wan ne hatîye diyar kirin. Li gor tablîtsê 8 gundê Kurdane 200 malin. Nufûsa wan 1100 bi jin û mêran ve. Ew Mehemedîne û (L 109 ob) ji eşîra Îsedîne (Êlek eşîra Okça Îzzedîne), Niştecîne (Avtahtonin.E.Ö) Cotkarîyê û cenanîyê dikin, bi Kurdî û Erebî di peyivin. Nehîya Okça Îzzedîn a heman Qeza yê. Nehîye tev Kurdin û nehîyê navê xwe ji navê eşîrê girtiye. Hejmara gund û nufûsa vê nehîyê a tablîtsê û salnama wilayeta Helebê li hev tê. Bi tevayî li vê nehîyê 32 gund hene 826 malin nufûsa wan 5176 kesin bi jin û mêren ve (Li gor vê tablîtsê) . Nişte cine (Avtahtonin.E.Ö) Cotkarîyê dikin û pez xwedî dikin, Mehemedîne û bi Kurdî û Erebî di peyivin. Nehîya Mûsa-Bekî a heman qezayê di dawîya tablîtsê deye.
Nehîya heman qezaye Şêxler tev ji eşîra Şêxanlî an Şêxlerin. A ku navê xwe li nehîyê kirine. Bi tevayî Kurdin. Li gor tablîtsê 50 gundin. 1286 malin û 860 nufûsa wan bi jin û mêrane. Li gor Şêx Kamil hemu Mehemedîne. Karê cotkarî û cenanîyê dikin.di tablitsê de 6 gundê vê nehîyê ji a salnamê bêhtirin. Lê navên gunda di tablitsê û salnamê de wek hevin. Ew bi Kurdî û Erebî di peyivin (L. 110) Nehîya Çûm ( Cûm) a heman qezayêli gor agahîyên Şêx Kamil tev Kurdin bi heman nave eşîre. Li gor tablitsê 50 gundin. 934 malin.nufusa wan 9317 ye bi jin û mêran.wek yên li jor hatîne diyar kirin ew jî karê cotkarî û cenaniyê dikin. Bi Kurdî û Erebî di peyivin. Ew ne Yêzîdîne , Mehemedîne. Muqayesa bi salnama Turkan re 32 gund zêdeye. Heger li hesabê ku min li jor kiribû ( hesabê ku 24 mal li ser 119 kesan bi jin û mêran) wê demê dibe 768 mal. Nufûsa wan dibe 3806 kes bi jin û mîran ve.Navê dî tablîtsê û salnamê de wek hevin. (L. 110ob)Nehîya Xezek a qeza Entabê, tev kurdin û tevl li hevbûne ji Xezek û kizika pek te. Nehîyê navê xwe ji eşîra ku di bajêr deye stendîye. 30 gundin 1103 malin nufûsa wê 6855 kes bi jin û mêra, dînê wan Mehemedîye, kare cenanîyê dikin ( bi teybet Fisteqa diçînin). Bi Kurdî û Erebî di peyivin. Di salnamê de jî nav û hejmara van gundan wek hevin.Nehîya Kizik a heman qezayê di dawîya tablitsê de bi cîh bûye. Qeza Beylana sancaka helebê. Dabeşî naehîya ne bûye.
P.S. Ev document min ji zûde dema li arîşvên АВПИ (Arşîva siyaseta derve a Împaratorîyê. ), qesd imparatorîya Rûsya ye di xebitîm min derxistibû. Wan rojan min arşîvên li cem min hinekî tesnif dikirin ber çavê min ket. Û min rast dit ku lazime wergere Kurdî û min ji Rûsî wergeran Kurdî. Keremkin.