Serrûpel 2017 Çile

Arşîva mehane: Çile 2017

Binali Yildirim li Hewlêrê ye (foto)

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim gihişte Hewlêrê û li balafirxaneya navdewletî ji aliyê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin. Îro hevdîtinên fermî dest pê dikin.

Tirkiyê mafê welatîbûnê dide penaberên Sûriyê

Serokkomarê Tirkiyê, raghand welatê wî wê mafê welatîbûnê bidin hejmarek welatiyên Sûriyê û Îraqê. Receb Teyip Erdoxan di gotarekê de li bakurê Kurdistaanê li Ruha aşkere kir, piştî bidawîhatina lêkolînên wezareta hundir ya Tirkiyê li ser hejmareke ji xelkê Sûrî û Îraqê ku li Tirkiyê penaberin, ewê nasnameya tirkî bidin wan. Erdoxan eşkera jî kir, ji ber ku di nav wan de, endazyar û pizîşk û parêzer hene, ewê sûdê ji wan penaberan bibînin.

“PKK ji Şengalê dernakeve”

Serokê encûmena Şingalê amaje bi vê dike ku, PKKê hêza xwe li Şingalê belav kiriye û bi niyeta wan a xwe vekşandinê tuneye.

Melîke û prens û preses bi kurdî direqisin (vîdyo)

Melik û prens û preses bi kurdî direqisin (vîdyo)

Îro serokwezîrê Tirkiyê tê Hewlêrê

Îro serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim bi serdaneke fermî tê paytexta Kurdistanê Hewlêrê. Yildirim di serdana xwe de wê ligel serok, serokwezîr û rayedarên Kurdistanê pêwendiyên di navbera her du welatan de û pirsa şerê li dijî DAIŞ gotûbêj bikin.

“PKK û Hikûmeta Kurdistanê li Şengalê li hev kirin”

Hat ragihandin, ku PKKê û PDKê derbarê rewşa navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê de li hev kiriye. Li gorî agahiyan, PKK razî bûye ji Şingalê derkeve, lê hêj mekanîzma derketina hêzên PKKê nehatiye diyarkirin.

Sûriyê li dijî rojava biryareke nû derxist

Hikûmeta Sûriyê têkildarî rewşa Rojavayê Kurdistanê biryarek nû derxist. Li gorî wê biryarê, Hikûmeta Sûriyê mûçeyên 4000 karmendê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê qut kir.

Hemîd Hecî Derwêş tiştên girîng dibêje (vîdyo)

Hemîd Hecî Derwêş tiştên girîng dibêje (vîdyo)

Ciwanên PYD endamekî PDK-S revandin û îşkence kirin

Grûpekê ji 6 kesên ku serûçavên wan girtî bûn endamekî PDK-S ji Girkê Legê revand û bi tundî îşkence kir. Şeva borî, Sîdad Ehmed Seyid Mecîd ku endamê PDK-S ye û xwendekarê sala sêyemîn a kolîja hiqûqê ye ji aliyê grûpeke ji 6 kesan ve hat revandin. Dema ku Sîdad Ehmed, digel 2 hevalên xwe, diçû yaneya sporê li Rimêlan, otomobîleke ji corê Van, ku rengê wê spî bû û camên wê reş bûn, rê li wî û hevalên wî girt û ew revand. Wê grûpê Sîdad Ehmed bire derveyî Rimêlan û ew bi girand îşkence kir û piştre ew avête çolekê. Piştî desrbasbûna nêzîkî saetekê, Sîdad xwe bi birîndarî gihandiye malekê û ji wir ji bo nexweşxaneyeke Girkê Legê hatiye rakirin. Jêderên ENKS li Girkê Legê ragihandin ku rêxistina Ciwanên Şoreşger yên ser bi PYD ve ew revandine.

Helîkopterekê bargehên YPG bombebaran kir

Helîkoptreke nenaskirî bingehên YPG li Çilaxe bombebaran kir. Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand, ku helîkoptereke nenaskirî çend bingehên serbazî yên yekîneyên parastina gel YPG li başûrê Çilaxe ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirne.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com