Serrûpel Nûçe Agir bi Devlet Behçeli ketiye

Agir bi Devlet Behçeli ketiye

Belav bike

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Netewperist a Tirkiyê(MHP) di gotarekî xwe de dilgiraniya xwe barember Serokê HerêmaKurdisttanê Masûd Barzanî , dema ku, di civîna xwe ya li gel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî de gotibû ku, refrandûm bo serxwebûna Kurdistanê di demeke nêzîk de tê encamdan.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Netewperist a Tirkiyê(MHP) û di heman demê de endamê parlentoyê Celal Aden daxwaz ji APK û hikumeta Tirkyê, jê re bibêjin ku, Barzanî ew hêza xwe ji kuderê anîye, bi vî awayî daxwaz ji Sekreterê Giştî yê NY dewletê bixweze.

Herwiha wî parlamentoyê MHP daxwaz ji Hikumeta Tirkiyê kir ku, helwestekî derbarê hawlên Serokê Herêma Kurdistanê derbarê dewleta Kurdî û bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûk bistînin.

Celal Aden di gotarekê de ku, li rûpela xwe ya Twîterê belav kirbû, dibêje: “Di sala 2014ê de hêzeke zêde bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê bi armanca şerê DAIŞê çû Kerkûkê û ew bajar kontirolkirin, lê merema wan tişteke din bû.”

Wî parlamentoyê Tirk jî di heman gotarê de dibêje ku, Kerkûk bajereke Tirkumenî ye, lê pêşmerge dixwazin Tirkumenan tune biken û bê mafbihêlin û biarmanca guhertina demoxrafiya wî bajarî Tirkumena derdikin.

Herwiha daxwaz ji AKP û Hikumeta Tirkiyê dike jî ku, piştgiriya Tirkumena bikin û dengê xwe bikin yek daku, bajarê Kerkûkê ji dest neçe û nekeve bin destê Barzanî û dibêje ku, eger li Tirkumen zilim bê kirin û bişewtin ew weke Tirkiyê xemê dixun.

Di beşeke din a gotara xwe de behsa hatina Sekreterê Giştî yê NY bo Herêma Kurdistanê û axiftineka Serokê Herêma Kurdistanê ku, gotibû refrandûma di demeke nêzîk de tê encamdan dike.

Aden di gotara xwe de dibêje ku, Barzanî ji Sekreterê Giştî yê NY re dibêje emê serxwebûnê rabgehînin û dibêjne ji min re bibêjin Barzanî ew hêz ji kuderê aniye ku, bi vî awayî dewletê ji Sekreterê NY dixwaze. BAS