Serrûpel Nûçe AA: “21% di bin destê PYD de ye”

AA: “21% di bin destê PYD de ye”

Belav bike

Ajanseke Tirkî AA dibêje 21% ji erdê Sûriyê ketiye bin destê PYDê, û 65% ji sînorê Sûriyê û Tirkiyê di bin kontrola heman hêzê de ye.

Piştî ragihandina bidawîhatina operasyona Mertala Firatê ji aliyê Tirkiyê ve, wezareta derve ya wî welatî ragihand ku ew ji bakurê Sûriyê venakişin, û wê hêzên opozisyona Sûriyê perwerde bikin.

Ji aliyekî din ve ajanseke Tirkiyê belav kir, ku PYDê 38 hezar û 500 Km çargoşe kontrol kiriye, yanî 21% ji tevahiya erdê Sûriyê, û di heman demê de jî PYDê 65% ji sînorê hevbeş yê di navbera Sûriyê Tirkiyê de kontrol dike.
Wezîrê berevaniya Tirkiyê jî ragihandibû ku di her dema bê westin de, wê hêzên welatê wî dest bi operasyoneke din li nav Sûriyê bikin, bo jinavbirina tevahiya tehdîd û metirsiyan.