Artêşa Tirkiyê ragihand, balafirên şer yên wan li navendên YPGê yên li nêzîkî bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê dane, YPGê jî ew êriş piştrast kir û ragihand, çend çekdarên wan di wê bûyerê de canê xwe ji dest dane.
Şeva borî balafirên şer yên Tirkiyê li Şingal û Rojavayê Kurdistanê êrişî çeper û navendên PKK û YPGê kirin.
Artêşa Tirkiyê li ser êrişa li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, balafirên wan saet 02:00 êrişî navendên YPGê yên li ser çiyayê Qereçoxê li nêzîkî bajarê Dêrikê kirine û gelek ziyan li wan dane.
YPGê jî ew êriş piştrast kiriye û ragihandiye, di wê êrişê de çend çekdarên wan canê xwe ji dest dane lê hejmara wan eşkere nekiriye. Bas