Serrûpel Nûçe Televîzyonên PKK: Ronahî, Stêrk û News Channel têne girtin

Televîzyonên PKK: Ronahî, Stêrk û News Channel têne girtin

Belav bike

Şîrketa kirêkirina satelîtan ya frensî Eutelsat biryar da televîzyonên PKK bigire.

Yek ji wan televîzyonan Ronahî ye.

Ew kanal bi hiceta belavkirina fitne û nûçeyên ne rast ku dibin sedema derketina şer wê werin girtin.

Ji xeynî televîzyona Ronahî ku taybete bi rojavayê Kurdistanê, wê ev televîzyon jî li ser Eutelsat werin girtin: Stêrk û News Channel. Ew televîzyon ji Belcîka weşanê dikin.

Weşana satelîta Eutelsat ji bo Ewropa, rojhilata navîn, Afrîka, Hindistan û beşekî mezin ji bo Asya û Emerîka ye.