Gellek kes hene ku ji xwe re tiştên cuda cuda dikin meraq û li dû meraqên xwe dimeşin.Hecî Kirbaç jî yêk ji wan kesan e.
Hecî Kirbaç nêzikî 50 salin simbêlên xwe qet ne jê nekiriye û dawiyê jî ew weke şampiyonê simbêlan hatiye bi nav kirin. Simbêlên Hecî Kirbaç nêzîkî metreyekê ne û ew bi wan simbêlên xwe karê berberiyê dike.
Her mirovekî di jiyana xwe de hewsele û meraqek heye. Hecî Kirbaç ê 70 salî jî 50 sal in şev û roja xwe daye simbêlên xwe û ew niha weke şampîyonê simbilên tê naskirin. Simbêlên Hecî Kirbaç gehiştine wê astê ku neviyê wî Bariş alikariya wî dike heta ku ew simbêl bêne girêdan.
Hecî Kirbaç dengbêjekî Xorîstina Erzîrom a Bakurê Kurdistanê ye. Lê ew dibêje eslê xwe neviyê Bedirxaniyên Botî ne.
Şampîyonê simbêlan Hecî Kirbaç ji Rûdawê re wiha got: “Em ji Cizîra Botan hatine. Em bi xwe xwarziyê Mîrê Cizîra Botan in. Mîra Cizîra Botan jî xwarziyê Ehmedê Xanê ne, li Bazîdê. Eslê me belî ye. Bîr û simbêlan aşekere ne. Di dema xwarinê de qet ez aciz nabim. ji ber ku paqij in.”
Hecî Kirbaç heman demê li navenda Xoristînê karê berberiyê dike û ji bo wî berberî jî simbêl berden jî weke evînekê ne.
Kirbaç wiha domand: “Ez bûme aşiqê simbêlan. Şev û roj di dilê min de ye. Xelk jî ji min hez dike. Kî min dibîne keyfxweş dibe û exlaqê min jî hez dikin.”
Kesên ku li cem wî jî porê û rihê xwe diqusînin jî pesnê Hecî Kirbaç û simbêlên wî didin.
Cîranê Hecî Kirbaç, Ramazan Çetîn jî got: “Hecî mirovekî pirr baş e. Çend sal in em hev nas dikin. Ji roja simbêla xwe berdayî heta niha pirr li simbêlên xwe hişyar e. Ji bo mişteriyên xwe jî baş e. Hecî mirovekî baş e.”
Xelkê xorîstînê ji 7 heta 70 salî hemû kes Hecî Kirbaç nas dikin . Ew êdî bûye semboleke navçeya xwe.
Hevalê Hecî Kirbaç, Mehmet Yilmaz jî anî ziman: “Em wî nas dikin. E zû de ye li xoristînê berber e. Me dît nedît pala ye. Em dibêjin pala.”
Hevalê wî Emîn Yazgî got: “Simbêl tiştekî zehmet e. Di dema Osmanîyan de siltana berdida. Berê jî di nava mezinên me de simbêl mode bûn. Simbêl berdan şerefek bû. her kes nikare berde. Niha di nava me de Hecî Kirbaç maye. A rastî herkes nikare simbêlan berde.”
Hecî Kirbaç heta niha gellek caran bo medyaya Tirkiyê û cihanê jî bûye mijar û simbêlên wî çend caran jî hatine xelat kirin. Rûdaw