Bijen Kamkaran, endamê juriya Kurd Idol, ji nişkê ve ji nava Jurî derket. Derketina wî bû sedema gelek gotegotan.
Li dawiyê eşkere bû ku ji ber wasite ketiye nava programê wî dev ji jurî berdaye û çûye.
Tê gotin ku kandîda Kurd Ido Eşkan Ebdulrehman bi wasite di nava programê de maye.
Ew li dijî wê wasitê derketiye û dema ku nikaribûye tiştekî bike, wî dev ji programê berdaye.
Heta niha nayê zanîn kî ji Eşkan wasite bû ye.
Duh Eşkan ji programê derket.
Lê hîn jî nayê zanîn, ka wê Bijen dîsa vegere yan na.
Di derbarê vê yekê de Bijen Kamkar tu daxuyanî nedaye.