Serrûpel Nûçe “Partiya Êzidiyên Demokrat” hate damezirandin

“Partiya Êzidiyên Demokrat” hate damezirandin

Belav bike

Sekreterê Partiya Êzidiyên Demokrat Heyder Şeşo

Li bajarê Duhokê, bi beşdarbûna 500 kesên ji hemû pêkhateyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê, Yekemîn Kongreya Partiya Êzidiyên Demokrat hate sazkirin. Di kongreyê de 17 kes weke “civata rêveberiyê” hatine destnîşankirin. Sekreterê Partiya Êzidiyên Demokrat Heyder Şeşo diyar kir, ku ew dê beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Iraqê bibin.

 

Dema DAIŞê di Tebaxa 2014ê de êrîşî Şingalê kir, Heyder Şeşo endamê Civata Navendî ya YNKê bû. Piştî êrîşê li gel hejmareke kurdên êzidî hêzeke çekdarî ava kir û parastina Mezargeha Şêx Şerefdîn a li kontara Çiyayê Şingalê kir.

 

Şeşo di destpêka sala 2015ê de hêzeke bi navê Hêza Parastina Êzdîxan damezrand. Vê hêzê di destpêkê de ji Bexdayê alîkarî werdigirt. Li ser vê yekê asayîşa PDKê li Duhokê ew girt û paşî hate berdan.

 

Di destpêka 2017ê de, beşak ji şervanên Hêza Parastina Êzîdxanê, beşdarî nav Wezareta Pêşmerge bûn. Paşî Heyder Şeşo bû sazûmankarê Partiya Êzidiyên Demokrat. Vê partiyê roja 15ê Tîrmeha 2017ê, li Hola Kongreyan a li bajarê Duhokê, yekemîn kongreya xwe sazkir.

 

 

 

 

 

Ji bo xizmeta êzidiyan hatiye damezrandin

 

Derbarê sedemên damezrandina partiyeke wiha de Heyder Şeşo got: “Piştî wê karesata bi serê êzidiyên li Şingalê de hat, min hest pê kir, ku pêwîstiya êzidiyan bi partiyekê heye da ku ev partî bikare xizmeta wan bike, parastina wan bike.”

 

Navê partiya Şeşo, partiya êzidîyan e lê ew dibêje, deriyê wan ji bo hemû netewe û pêkhateyên din jî vekiriye: “Partiya me ne tenê ya êzidiyan e. Hemû pêkhateyên din, ereb û kurdên misliman, krîstiyan û yên berevaniya me kirine, niha beşdarî partiya me bûne û berpirsiyariya wan heye.”

 

Partiya Êzidiyên Demokrat ji bo beşdarbûna hilbijartinan ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê destûr wergirtiye. Şeşo dibêje: “Me beriya 6 mehan bername û peyrewa partiya xwe pêşkeşî komîsyona hilbijartinan kiribû. Niha jî destûra fermî dane me.”

 

Rêveberiya demkî hatiye hilbijartin

 

Şeşo dide zanîn, ku wan ji bo beşdarbûna hilbijartinên Başûrê Kurdistanê bi fermî Wezareta Navxwe agahdar kirine. Herwiha li Duhokê sazkirina kongreyê jî bi rizaya PDK û Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, bûye.

 

Baregaha Partiya Êzidiyên Demokrat li Silêmaniyê ye, lê ew dixwazin demek ji ya din zûtir li Hewlêr û Duhokê jî baregaha xwe vekin. Bi gotina Şeşo, ji ber êzidî piranî li Duhok û derdora wê ne, dê baregaha polîtbûroyê li Duhokê be.

 

Di yekemîn kongreya vê partiyê de 17 kes weke rêveber hatiye hilbijartin. Di nav reveberan de xelkê Bexda û Mûsilê jî hene. Lê ev rêveberî bi awayeke demkî hatiye hilbijartin û heta kongreya sala 2018ê, berpirsiyariya rêvebirina karên vê partiyê bike.

 

 

 

 

 

PDK û YNK piştgirî didin

 

Yekemîn kongreya Partiya Êzidiyên Demokrat pir bi eşkere nehate sazkirin. Lewma ti partiyeke siyasî û nûnerê welatan nehatine vexwendin.

 

Di vê derbarê de Şeşo got: “Ev yekemîn kongreya me bû, me nexwest bang li ti aliyekê bikin. Kongre bi serkeftî birêve çû. Raste ti kesan pîrozbahî li me nekirin. Bi vekirina baregahan li Duhok û Silêmaniyê nîşana wê yekê ku PDK û YNK piştgirî didin me.”

 

Heyde Şeşo da zanîn, ku derbarê damezrandina vê partiyê de wî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî agahdar kiriye.

 

Piştgirî didin referandûmê

 

Derbarê helwesta partiya xwe ya li hember referandûma Başûrê Kurdistanê jî Heyde Şeşo diyar kir: “Kîjan partî an jî aliyek bixwaze Şingalê ji Kurdistanê veqetîne, ez wan weke xayîn dibînim. Em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ku weke li hemû navçeyên Kurdistanê, li Şingalê jî referandûm were kirin. Em bi hemû hêza xwe ve piştgiriyê didin referandûmê.” Rûdaw