Serrûpel Nûçe “Kadro û milîtanên PKK rojavayê Kurdistanê îdare dikin” (VÎDYO)

“Kadro û milîtanên PKK rojavayê Kurdistanê îdare dikin” (VÎDYO)

Belav bike

 

VÎDYO
Mezinê şîrovekarê Grûpa Kirîza Navdewletî Noah Bonsey ku ev cara 5an e serdana Rojavayê Kurdistanê dike, lêkolîneke berfireh belav kiriye.

Noh Bonsey dibêje, tevî ku gelek alî û partiyên siyasî di nav Rêveberiya Xweser de cih digrin jî, lê kadiroyên PKK hersê herêmên Cezîrê, Efrîn û Kobanî îdar dikin û herêmên Kurdî di destê wan de ye.

Noh Bonsey dibêje, ku wî xwest hin kesayetiyên ku rexneyan li PYDê dikin bibîne, lê vê carê ew kesayetî yan girtî bûn, yan jî ji tirsa girtinê welat bicî hiştibûn.
Bonsey di derbarê girtina siyasetmedaran de eşkere dike, ku hinek berpirsên YPGê li dijî girtina siyasetmedaran in, li gor ku ew dibêjin ev girtin bandoreke nerênî li ser wan çêdike, ji ber ku kesên têne girtin tu gefekê li ser wan nakin û li ser asta navdewletî dide xuyakirin ku ew îdareya kurdî dîktator e.

Mezinê şîrovekarê Grûpa Kirîza Navdewletî dibêje, xelk pir li ser pirsa koçberiyê diaxive û ji hev diprsin, ka kî maye û kî derketiye derve? Leşkeriya bi zorê û rewşa aborî sedemên koçberiyê ne.
Herweha Bonsey diya dike ku, ku xelekî nû ji navçeyên din yên Sûriyê berê xwe daye navçeyên Kurdî û bicî bûye.
Bonsey di derbarê pêwendiya Rêveberiya Xweser û PYDê bi PKKê re dide zanîn, ku wêneyên serokê PKK Abdullah Ocalan li her cihekî bilind kirine, heta di nava ofîsên berpirsên Rêveberiya Xweser de jî fotoyên Ocalan têne dîtin.