Serrûpel Magazîn Kakilo klîba Serxwebûnê derxist – vîdyo

Kakilo klîba Serxwebûnê derxist – vîdyo

Belav bike

Îmad Kakilo, hûn wî bi strana (Kesek nema li welat, pîrika Îmadê Kakilo bû ew jî hat), wî nas dikin, ew stran li ser koçberiyê bû.

Ew stranbêjê ku bi gotinên xwe yên komedî û bi stranên xwe yên gelêrî naskirî ye, vê carê vîdyo klîbeke gelekî cuda derxist.

Vîdyo klîpa serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleta kurdî çêkir, yekemîn car Rûdaw belav dike.

Navê klîpa Îmad (Li te pîroz be dewleta kurdî) ye, di vê klîpa xwe de ku li Ewropa û li Kurdistanê kişandine, gelek dîmenên cuda yên pêşmergeyan, şervanan, serkirdeyên kurdî û alên kurdistanê bi kar anîne.

Kakilo, serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdî dixwaze.