Serrûpel Nûçe Serok Barzanî ji ajansa Kuwêtê “KUNA” re çi got û li ser...

Serok Barzanî ji ajansa Kuwêtê “KUNA” re çi got û li ser çi axifî?

Belav bike

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo ajansa Kuna ya Kiwêtî ragihand ku piroseya referandumê ti metirsiyê li ser welatên anvçeyê çênake, lê eger rewş bi vî awayê niha bimêne wê metirsiyeke gelek mezin peyda bike.

Herwiha Barzanî got ku armanc ji referandumê parastina gelê Kurde ji dubarebûna karesat û derdeseriyan di pêşerojê de.

Derbarê tirsa welatên navçeyê ji referandumê Barzanî got: “Pêwîst nake ku welatên navçeyê ji referandumê bitirsin, Kurdistan di 26 salên derbasbûyî de isbat kir ku ew karaktera ewlekatriyê ye”, herwiha got ku “Peywendiyên Kurdistanê yên Abûrî û Siyasî li navçeyê wê piştî referandumê hîn bihêztir bibin.”

Barzanê got “Dijatiya Îranê û Tirkiyê liser encamdana referandumê ji bo wê yekê ye ku Kurd li welatên wan bixwe hene û derbarê Amerîka jî got ku wan referandumê ret nekiriye lê gotine ku dem ne guncaw e.
Herwiha Barzanî tekez jî kir ku biryara referandumê ji bo gelê Kurdistanê vedgere û gelê Kurdistanê ji partiyan girîngtire û dest ji mafên xwe bernade û di bin ti zextan paşve venagere”.

Barzanê herwiha jibo ajansa “Kuna” dibêje li gorî ezmûnên berê baştire Kurdistan û Hikumeta Iraqê du cîranên cidî bin ji bo ku rê li pêşiya pirsgirêkên mezin bigirin.

Herwiha derbarê rewşa niha ya Mûsilê gotiy ku eegr hêzên Pêşmerge nebûna Mûsil nedihate rizgarkirin û wê di destê DAIŞê de maba û got ku Kurdistan jiber operasyonên leşkirîli Iraqî pêtir ji milyon koçberan hewandin.